logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin?

  • Dîrok: 11/11/2006


Belê pirs ev e: Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin? Ji bo firotin û avakirina bazara pirtûkên kurdî di nava kîjan hewldanê de ne?
Ji Avesta û Aramê bigre heta Lîs û Belkî… Em vê hefteyê çend gotinan li ser wan bibêjin…


Pêşî ji ku derket:
Vê hefteyê, hefteya Fûara Pirtûkan TUYAP’ê bû. TUYAP ku ev 25 sal in li Stenbolê her sal hefteyekê deriyê xwe ji bo pirtûkhezan vedike, li Tirkiyeyê fûara herî mezin û navdar e, li welatên li der û dora Tirkiyeyê jî hema bêje tişteke wisa ye.
 
Wekî her sal ez îsal jî çend caran çûm fûarê.
 
Ji bo fûarê her kes li ser vê yekê hem fikir e:
- Fûar ji bo nasandina pirtûkan gaveke mezin e.
- Ji bo firotina pirtûkan jî dîsa xebateke girîng e.
 
Lê weşanxaneyên me çi dikin?
Mesela Weşanên Avesta li fûarê stand venekiribû.
 
Standa Weşanên Perî nîn bû.
 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li fûarê nîn bû, her wiha berhemên wê jî…
 
Weşanên me yên li Amedê Lîs û Belkî nîn bûn (Dibe ku em bibêjin ew ji Amedê nekarîn bên, lê ez hêvî dikim ev her du weşanxane jî dê di salên pêş me de bikaribin li TUYAP’ê cih bigirin).
 
Weşanên Belkî, Tevn, Vate nîn bûn.
 
Pirs ev e:
Li ciheke wekî TUYAP’ê ku bi deh hezaran mêvan diçin serdana pirtûkan, pirtûkên kurdî neyên nîşandayîn dê li ku bêne nîşandayîn? Li wir reklam neyê kirin, dê li ku bê kirin?
 
Dîsa dema ji dêvla yek du weşanxaneyê kurd, hemû li wir cihê xwe bigirin, hemû berhemên xwe yên kurdî pêşkêş bikin, ji bo nasandin, şikênandina pêşdaraziya li hemberî kurdî jî dê baştir nebe?
 
Em bibêjin ji Avestayê herî dawî romana Helîm Yûsiv derket, destegulek helbestên helbestvanên kurd ên jin di bin navê ‘Şahmaran’ de hatin weşandin, ew li wê derê dernekevin mezatê, dê li ku derê derkevin? Ger “Dîroka Kurd û Kurdistanê” ya M. Emîn Zekî Beg ku ji Avestayê derketiye li wir xwe nîşan nede dê li ku nîşan bide?
 
Pirtûkeke qirase “Kurtler” ku ji Pêrî derketiye dema li  TUYAP’ê nîn be, dê li ku hebe?
 
Çi zanim, ger Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Enstîtuyê ku 132 hezarî zêdetir peyvên kurdî di nava rûpelên xwe de dihebîne, wê li ku derkeve pêşberî pirtûkhezan?
Mînakan mirov dikare zêde bike, lê bes in bi ya min.
 
Mesele ne tenê TUYAP tenê ye.
Li hemû çapemeniya me binêrin; kîjan weşanxane çiqasî reklama pirtûkan dike?
We qet dîtiye weşanxaneyeke kurd reklameke mezin daye rojnameyeke kurdan?
Mesela we qet dîtiye weşanxaneyeke me ji bo berhemeke xwe kokteyleke saz kiriye, di kokteyla xwe de ew berhem daye nasandin?
Nizanim we qet dîtiye weşanxaneyeke reklam di bîlboardan de kiriye?
Û gelek mînak û pirsên bi vî rengî…
 
Ê, dema reklam nebe, dê pirtûk çawa bê nasîn, dema helwdan tunebe gelo mafê weşanxaneyan heye bibêje “Pirtûkên kurdî nayên firotin?”
 
Ger ev bi xwe jî nîn bin, gelo dê çawa bazara kurdî ya pirtûkan çêbibe?
 
Tişteke din: Gelo weşanxaneyên me nabînin, weşanxaneyên tirkan bi reklam û danasîna ku dikin, pirtûkê dixin çavê mirov, ku mirov mecbûr dimîne bikire, bixwîne.
 
Her wiha ew tişteke wisa jî dikin: Berê ku pirtûk bikeve çapê digihînin hin rojnamegerên xwe û ew rojnameger berî piyaseyê li ser dinivîsin, danasînê dikin, hevpeyvînan pêk tînin.
Li ser vê em pirseke din jî bikin: Mesela kîjan weşanxaneyê me pirtûkên xwe dide posteyê û ji rojnamegerên kurd re, ji çapemeniya kurdî re ji bo danasînê dişîne?
 
Ma hewce dike em dirêj bikin…
 
 
Not 1: Li TUYAP’ê bêşik hin weşanxane jî hebûn: Mesela. Aram, Deng hebûn. Lê bi ya min her du jî ji ber hinek aliyê wan ê siyasî, ez wan cihê dikim. Loma min ji bo wan tiştek negot.
 
Not 2: Ne tenê weşanxane, komele û saziyên kurdan ên din jî li TUYAP’ê nîn bûn. Mesela sazî û komeleyên tirkan ên wekî “Turk Silahli Kuvvetleri Guçlendirme Vakfı”, “Turk Dil Kurum”, “Dil Dernegi”, “Turk Tarih Kurumu” hebûn, lê mesela Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê nîn bû…
Lê ji ber ku ev ne mijara me ye, tenê bi notekê em diyar dikin û derbas dibin…
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Di dîroka şanoya kurd de mînakek serketî: Şermola

  • 09 Tebax 2010

Piştî nivîsa "Gelo haya nivîskar û şanogerên kurd ji hev nîn e?"* a di Diyarê Me de vê hefteyê emê li ser lîstika herî serketî ya di...

Ji bo Mîqdad Mîdhed Bedirxan

  • 21 Avrêl 2008

Sal 1898 bû. Rojek ji rojên bihare bû. Ev zûde bû xew nediket çavên wî. Di şevên dirêj ên zivistana borî de jî her nîvê şevê...

Li ser bernameya TRT 6 'Yekbûn'ê: Ev çi ziman e?!

  • 06 Tîrmeh 2009

Di bernameyeke nîv saetî de bi ya we dikare çend şaşiyên ziman çê bibin? Lê ger em bibêjin ew qas pir in ku nayên jimartin?Ez wisa bibêjim: Di TRT 6'ê de...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Li Stenbola Osmanî Emeleyên Kurd’

ad

Li Yenîsahneyê çalakiyên vê mehê

ad

Wêneyê rojê: Berî Îsa û Piştî Îsa Giyadîn!

ad

Şiroveyek li ser "99 Morîkên Belavbûyî"

ad

Nûbiharê di fitarê de gelek kes kir mêvanên xwe

ad

Tirkiye carek din têk çû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname