Diyarname
Pirtûka “Bijartinek ji Helbesta Erebî” ku ji aliyê Abram Şahîn ve ji bo kurdî hatiye wergerandin ji aliyê çapxaneya Darîzeman ve li Şamê hate derxistin.
Pirtûk ji 140 rûpelan pêk tê jê 80 rûpel bi kurdî ne û 60 bi erebî ne. Di vê pirtûkê de ŞAHÎN wergerîna çend berhemên Mehmûd DERWÎŞ, Nîzar QEBBANÎ Û Muhemmed ILMAGÛT li ser zimanê kurdî pêşkêşî xwînerên kurdî dike. Ew bi vê wergera xwe çelengî û karîna zimanê kurdî eşkere dike û xwedî baweriyê ye ku kurdî zimanekî nerm û dewlemend e û dikare baş raman û hizrê dorpêç û diyar bike.
Ew dibêje ku rewşa paşvemayî ya kurdî ne ji ber ku ew zimanekî qels e, lê ji ber tengaviyên siyasî yên dixwazin vî zimanî tune bikin hatiye.
Her wiha Abram li ser vê xebatê di pêşgotina pirtûkê de wisa dibêje: "Wergerîn ne tenê guhertina peyvan di nav du zimanan de ye; ev nêrîna teng e ji wergerînê re, lê ew sazkirina teksteke nuh e ku xwîner pê bihese ku tekstê wergerandî bi xwe tekstekî resen û eslî ye”.
Abram ŞAHÎN li ser zimanê DERWÎŞ di Dîwarçîneke “CÎDARIYE” kurdî de bi mirinê re dipeyive û wisan dibîje:
"…Tenê penaber î, ey şahê şahan.
Ne pesna qiraliya te tê dayîn.
Ne sîper li ser hespê te hene.
Ne tacê te bi gewheran xemilandiye.
Kanîn al li dora te,
awazên zirneya pîroz bona te!
Ey gewre,
Ey Şahê miriyan î hêzdar.
Serdarê artêşa Asûrî yê rikdar.
Bi vê sama xwe,
çawa wisan bê pasvan,
bê koma sirûdbêjan,
mîna dizekî tirsonek diborî.
loma bi me û xwe
çi dikî bike…"


