logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Helbestvan Azer Şiwêş: Helbest li ba min razeke ku ew raz bi dawî nabe

Azer Osê Siwêş helbestvan û rojnemagerekî kurd e, li rojavayê Kurdistanê, li gundê Xirbe Xedîr yê girêdayî bajarê Amûdê

  • Dîrok: 05/02/2016
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Hozan Emîn 

Azer Osê Siwêş helbestvan û rojnemagerekî kurd e, li rojavayê Kurdistanê, li gundê Xirbe Xedîr yê girêdayî bajarê Amûdê di payîza sala 1964’an de hatiye dinê û dibistana seretayî li gund a Amadeyî li bajarê Amûdê qedandiye. Siwêş ji bo zanîngehê çûye Helebê û liv ir Beşa Endezyariyê di sala 1988’an qedandiye. 

Azer Osê Siwêş di nava malbateke naskirî û welatparêz de ku di tevgera rizgariya netewî kurdî de gelek xizmet û canfidayî kiriye mezin dibe û hestê helbest nivîsê li ser niştiman û eşq û evînê, piştî salên 1990’î di bin bendora xweza û helbestên kilasîk de dest pê dike û helbestên tijî eşq û hezkirin dinvîsîne. Ew sê berhemên helbestan diweşîne û digel helbestnivîsînê karê rojnamegerî jî dike. Pêwendiyên wî yên bi rojnamegerên ereb li Beyrûtê pêş dikevin û di kovar û rojnameyan de gotar û nivîsên wî belav dibin. Niha ew li welatê Almanyayê dijî. Par pirtûka wî ya helbestan bi navê "Delal Can" ji Weşanên Belkî derket. Me derfet dît ku em çend pirsan jê biprsin bi helkefta derketina berhema wî ya nû "Delal can".

- We helbest nivîsîn kengî û çawa dest pê kir?

- Min ji zaroktiya xwe ve, ji muzîk û stranan hez dikir, min li gund gelekî ji suriştê hez dikir. Min ji demsalên salê, ji baran û tavên nîsanê hez dikir. Min ji çûkan, ji hêlînên wan jî hez dikir. Di dibistanên navîn û seretayî de min ji helbestên erebî yên klasîk hez dikir, gelek ji wan min ezber dikirin û digotin.

Lê ji bo nivîsa helbesta kurdî, di serî de, ji ber ku min ji zimanê frensî hez dikir, gelek bandora zimanê frensî û wêjeya frensî li ser min hebû. Min ji ber hezkirina ji zimanê frensî xwe fêrî nivîsîna bi zimanê dayikê yê kurmancî kir.

Li bajarê Amûdê, bandora helbestvan Beşîr Melle li min bû. Wekî din bandora herî mezin a Melayê Cizîrî bû.

- "Delal can" berhema we ya nû ye. Hinekî ji me re behsa wê bike ji kerema xwe re?

- Berhema min a nû bi navê ‘Delal Can’ ji Weşanxaneya Belkî li Amedê derket. Di jiyanê de pir kes hene dilê min nêzî dilê wan e, bê deng in, lê di beden û çavên wan de her tiştên xweş û bedew diyar dibin, ez bi bayê wan delalan re difirim, pinpinîkên eşqa min xwe li arê çavên wan digrin û di berqefên sîngên wan de hêlînên xewnên min dihûnin, di welatê me Kurdistan de, delalên me pir in, evîndarên me gekek in, dilsoz û xewnparêzên me mîna Çiyayên Qendîl û Cudî bilind in, min ew delal di pirtûka xwe ‘Delal can’ de destnîşan kirin.


- Çend berhem hene, û naveroka wan helbestan li ser çi ye?

- Heta niha sê pirtûkên min yên helbestê hatine çapkirin, pirtûka yekemîn bi navê ‘Demsala Dil’ li Libnan/Beyrûdê li Çapxaneya ‘Amerda’ derket. Ya duyemîn bi navê ‘Bêyî te’ li Helebê derket, ya sêyemîn jî li weşanxaneya Belkî bi navê ‘Delal can’ hat çapkirin û niha her kes dikare bixwîne.

Naveroka helbestên min, li ser eşq, hezkirin, mirov û bedewbûna mirovan e, raza çavên mirovan ku tu kes nikare ji bilî helbestvanên rasteqîn  bixwîne.

Her wiha hin helbestên min li ser şehîd û qehremaniya lehengên Kurdistanê ne.

Helbest li cem min razeke ku ew raz bi dawî nabe, ango zehmet e bê vekirin, helbest giyan û heyvanê wêjeyê ye, helbest bayekî nerm û xewneke xweş e.

- Tu rewşa helbest û helabestvanên kurd çawa dibînî?

Li gorî min û bi qasî ku min helbestên helbestvanên kurd xwendine, ez rewşa helbesta kurdî baş dibînim.

Helbesta kurdî di rewşa heyî de, gelekî bi xeml û xêz e, bi bejn û bal e, lê da ku xwendevan helbestên xweş bixwînin, divê ku helbestvan aşiq be.

Helbestvanê ku tenûra eşqê di dilê wî de nedadayî be, wê helbesta wî seqet û bê giyan be, helbestvan divê xemxurê derd û kulên mirovan be.

Helbestvan divê hestên wî zora mejiyê wî bibe, divê ber bi dojeha evînê ve biçe û helbestvan divê bi arê eşqê were şewitandin.

- Li gora te rewşenbîr ji bilî nivîsînê çi kare pêşkeşî civaka xwe bike?

Rewşenbîr neynika civaka xwe ne, rewşenbîr dil û mejiyê gelê xwe ne, rewşenbîr mûm, çira û hêviya gelê xwe ne, rewşenbîr dikarin gelek karan bikin, ku rewşenbîr bi erkên xwe yên dîrokî rabin tariya heyî dikarin ronak bikin û civakên xwe jî ber bi asoyên vekirî ve bibin.

 

- Li kêleka helbest nivîsînê tu rojnamegeriiyê jî dikî. Di wî warî de tu karî behsa ezmûna xwe bikî?

Erê min di kovara Rojda de ya ku bi zimanê kurmancî dihat weşandin li rojava kar kir, Min çend salan li Libnan Beyrûdê di kovara ‘Sorgul’ de kar kir, her wiha ez wekî nûçegihanê telîvizyona Kurdî Rojtv bûm, min li Libnanê gelek roportaj bi siyasetmedarên Lubnanî re çêkirin.

Bandora Libnan, xwezaya wê gelekî li ser min çêbû, Libnan ya ku ne xweşikbûna wê bi dawî dibû, ne jî min dikarî dawî li hezkirina wê bînim, Libnan hemû asoyên min ên girtî vekirin, ta niha eşq û hezkirina wê di dilê min de heye û jê derneketiye.


- Peyva we ya dawî ku hûn bixwazin bighînin xwendevanan?

Ez dikarim bibêjim jiyan di hemû kêlîkên xwe, bi xweşî û nexweşiya xwe xweş e, em mêvanê vê jiyanê ne, kes ji me nizane wê di kîjan kêliyê de çavên xwe li jiyanê bigire û xatirê dawî jê bixwaze, di jiyanê de cihê her kesî heye, di jiyanê de mirov gerek mîna xwe bijî, jiyan raz e û gerek mirov gav bi gav wê razê veke, mirov jî divê bi bayê vê jiyanê re bimeşe û spas ji we re. 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Gelo Rûdawê fîlmê Hz. Mûsa kişand?!

ad

Pera Fîlm heta dawiya mehê kurtefîlman pêşkêş dike

ad

Berpirsên sazî û weşanxaneyan li ser Fûara Pirtûkan axivîn

ad

Dest danîn ser 1900 kasetên DÎHA'yê

ad

Kulîlka Sor

ad

Kovara Vate va 70

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname