logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Helîm Yûsiv: Li Rojava perwerdekirina kurdî qezenceke neteweyî ye

Nêzîkî sîh salan e ku di qada wêjeyê de berhemine bilind û hêja pêşkêş dike. Bi helwesteke modern, bi honaksaziyeke speh

  • Dîrok: 08/12/2018
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan / Kovara Welat

Nêzîkî sîh salan e ku di qada wêjeyê de berhemine bilind û hêja pêşkêş dike. Bi helwesteke modern, bi honaksaziyeke spehî û bi zimanekî petî û nerm berhemên xwe dinivîse. Romannivîs Helîm Yûsiv, helbest ne tê de, pirê celebên wêjeyî dinivîse û di rojname, kovar û malperên kurdî de, bi gotar û nivîsaran, nirxandinên xwe diweşîne. Ji bo nirxandin û şîrovekirina hin mijaran, me ji bo kovara Welat hevpeyvînek bi nivîskar Helîm Yûsiv re çêkir.

– Nivîskarîya te, encam û berhema destpêkeke çawa ye?

Ez jî baş nizanim çawa nivîskariyê jiyana min bi temamî mîna qederekê bi xwe ve girê da. Meseleyê pir zû û bê plankirin dest pê kir. Xirecir û alozîyên vê axa ku ez li ser ji dayik bûme, zarokatiya min dorpêç kiribû û roj bi roj ben li qirika min teng dikir û bêhn li min diçikand. Yan divabû mirov bêdeng mirar here û xwe bisipêre jiyaneke bêwate; yan jî divabû mirov li çareyekê bigere û rihê xwe ji nav pencên mirinê rizgar bike. Ji bo min, nivîsandin ew oksîjen bû ya ku ji bo berdewamkirina jîyanê pêdiviya min pê hebû. Bi gotineke din, nivîsandin alternatîva bi tenê ya mirinê bû.

– Babet û naveroka berhemên te, ji ku tên û çawa peyda dibin?

Sê jêderên sereke yên babetên berhemên min hene; yek jê jîyana min a takekesane û serborîyên min in, ya din cîhana xewn û xeyal û fantazîyên min in û ya dîtir jî paşxaneya min a ku ji xwendina wêjeya nivîskî û ji guhdarîkirina wêjeya devkî dagirtî ye. Ev hemû bi hev re naveroka berhemên min bi gewde dikin. Wisa jî çi li jiyanê hebe dikare ji berhemên min re bibe babet, tu sînor ji vê çavkaniyê re tune ne.

– Rengê derûnî di berhemên te de serdest e. Serdestiyeke wisa, bi zanebûn e yan jixweber e?

Bizava nivîsandinê bi xwe, li cem min, ji mejî û plankirinê bêhtir bi hestan ve girêdayî ye. Di kêlîkên nivîsandinê de ez rê li ber kanîya binhiş û kûrahîya gîyan û bîrmendîya xwe vedikim. Bi mijarên xwe re heta dawî dilsoz im û agirekî ku serê tilîyên min neşewitîne, ez nikarim li ser binivîsim. Nivîsandin dengê wan hestên kûr e, ewên ku di nav tariya hiş û giyanê mirov de veşartî ye. Dibe sedema ku dihêle rengê derûnî li pêş be ev be.

– Her çi qas babetên romanên te ji hev cuda bin jî, lê dîsa -heta astekê- xwî û bawerîne wekhev, lehengên te digihînin hev. Kesayeta Helîm Yûsiv, çi qasî destêwerdanê di tevgerandina lehengan de dike?

Carinan kêm, carinan zêde, tiştekî min di hemû kesên sereke yên çîrok û romanên min de heye; ez beşek ji wan im û ew beşek ji giyanê min in. Bi xemgîniya wan xemgîn dibim û bi kêfxweşiya wan dilê min şa dibe. Têkiliyeke giyanî di nav min û wan de heye. Lê ev rê li ber wê yekê nagire ku ew ew in û ez ez im. Di her deqekî wêjeyî de mentiqek heye, tevineke hunerî heye, ji bo ew mentiq neyê şikenandin û ew tev in bi rêk û pêk bê honandin, ez ne ji dûr ne ji nêzîk destêwerdana jiyana wan û rabûn û rûniştina wan nakim. Hinek ji wan hene ku ez ji xisletên wan ên xerab û bêhişiya wan pir zivêr û aciz im. Hinek jî hene ez ji taybetmendiyên wan hez dikim. Lê ji her du cureyan jî, wekî nivîskar, ez bi mesafe me; navbereke berbiçav û pêwîst di navbera me de heye. Heta ji min tê ez karekter û kesên berhemên xwe serbest û azad dihêlim. Ew li gor xwe û li gor pêdivîya rola xwe û ne li gor daxwaza min di berhemên min de tevdigerin.

– Di roja îro de, tu xerîkî çi xebatê yî, çi di nav destên te de heye?

Ji dema şerê Kobanî, ji 2014'an ve, romaneke li ser wî şerî di nav destên min de ye. Min bi alîkarîya hin kesên ku li Kobanî diman dest bi wê romanê kiribû. Gava DAIŞ kete Kobanî, di wê tevkujîya xedar de hin ji wan kesan bi xwe şehîd ketin. Ez neçar mam ku rawestim. Berî salekê careke din li wê romana xwe ya nîvcomayî vegerîyam û ew şehîd bi xwe bûn vebêjerên romanê. Min nivîsandina wê qedand û niha tê sererastkirin. Wê di sala pêşiya me de bê weşandin.

– “Çûna ber bi romanê ve ji bo min destpêkê wekî çûna bajêr bû.” Di nirxandina xwe de, te çîroknivîs bi gundiyan nimandine û romannivîs jî bi bajariyan. Di qada wêjeyê de, nirxê romanê ji yê çîrokê bilindtir e?

Ez bawer dikim hinekî jihevfêmnekirin heye. Bajarîbûn û gundîbûna ez li vê derê behsa wan dikim girêdayî mezinbûn û biçûkbûnê ye û tu têkilîya wê bi nirxên bajarvaniyê û gundîtiyê ve tune ye. Ji hêla nirxên wêjeyî û hunerî ve tu cudayî di navbera romanê û çîrokê de nîn e. Wêje nirxên xwe ji asta xwe ya hunerî digire, ne ji celebên xwe. Roman be, çîrok be, dikare wêjeyeke nirxbilind be, dibe jî bênirx û bêast be.

– Zimannas Bahoz Baran dibêje: “Wehşê di hundirê min de, 99 morîkên belavbûyî, Auslander Beg ji gelek alîyan ve û bi taybetî ji alîyê zimanî ve pirtûkên qels in…” Ji bo rexneya Baranî, tu çi dibêjî?

Ez tu qîmetê nadim “rexneyên” wiha; ji ber ku ji rexneyê bêhtir nêzîkî dijûnan û biçûkxistinê ye.
Ez dixwazim li vir behsa hin xalên girêdayî vê mijarê bikim. Heta berî demekê, li Bakur diyardeyeke wiha hebû, hema kesekî pirtûkeke nû bi dest xwe ve digirt, dest bi zimên dikir. Ev hevok wiha, ev peyv wiha û dihat jibîrkirin ku ev pirtûk romaneke çawa ye yan çîrokeke çawa ye û her wisa her kesî şûrê standarta xwe li wê berhemê dikişand û dida ber derbên xedar. Ew diyarde çû, diyardeya zimanzan û zimanasan hat. Her demekê kesek derdikeve û xwe wekî zimanas nîşan dide. Standarta wî devoka gundê wî ye û di nav gund de jî devoka pîrika wî ye û dest pê dike her kesî  û her berhemê li serada pîrika xwe dixîne û li gor wê, li cem wî, berhem an qels an jî xurt derdikeve. Niha ev diyarde jî hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe. Bê guman, ev hemû encamên tunebûna standarteke yekgirtî ji bo kurmanciya nivîskî ne.
Ji bo min, ji ber ku li Bakur pirtûkên min tên weşandin, heta ji min tê ez bi kurmanciyeke nêzîkî vê standarta ku hêdî hêdî jixwebere ji bo kurmanciya nivîskî çêdibe, dinîvisim. Wisa jî carekê û carinan zêdeyî carekê, berhemên min ji hêla weşanxaneyê ve têne sererastkirin.
Îcar, eger ku nêta wî ji van gotinan baş be, bila birêz Bahoz Baran kerem bike wê qelsiyê destnîşan bike, da ku em di çapên bê de, van berheman bê qelsî biweşînin.

– Di kurmanciyê de hêmana ku hema hema peyda nabe, ya ku nayê pejirandin, a ku dilmayîn û dubendîyê bi xwe re tîne: Rexne ye. Vekirina vê girêkê, çawa dikare pêk were?

Di bawerîya min de pirsgirêk ne di rexneyê de ye -wekî ku te di pirsa xwe de gotiye-, lê di tunebûna rexneyê de ye. Bi giştî, tiştê ku heye ev e; hin nirxandinên ku xwe disipêrin pîvanên ne wêjeyî û ne jî rexneyî. Bala xwe bidê, dema berhemeke nû derdikeve, hema hema hemû nirxandinên nivîskî û yên devkî jî xwe disipêrin pîvanên siyasî yan jî civakî ku girêdayî têkilîyên takekesane ne. Ev pîvan di navbera du rengan tenê de diçin û tên, yan reş e yan jî sipî ye û di navbera her du rengan de nirxandin an pir kêm an jî tune ne. Ev perçebûna di navbera du rengan de, di van salên dawiyê de, di civaka me de li Rojava bi dubendiya siyasî re kûrtir û xerabtir bû.

– Li rojavayê Kurdistanê, diyardeyeke tirsnak û birîsk xwe dide pêş; ne tenê peyrewên partî û rêxistinên sîyasî, lê “zimanhezên” ku di rojên qedexe û tirsê de dest jê zimanê xwe de bernedida, îro bi tundî şerê perwerdeya bi zimanê kurdî dikin. Li alîyê din, birêveberiya deverê (Rêveberîya Xweser) êdî biryarên radîkal ji bo sepandina branş û rêbazên dibistanan dide. Zimanê ku îro dibe qurbanê nakokîyên siyasî, paşerojeke çawa li bendê ye?  

Di ezmûna rojavayê Kurdistanê de, ji bo pêncî salên dawiyê dibêjim, du gavên dîrokî yên girîng hatin avêtin; yek jê avakirina hêzeke leşkerî ji bo kurdan e (YPG û YPJ), ya din perwerdekirina bi zimanê kurdî ye. Lidijderketina hin kurdan, behane çi dibe bela bibe, ji bo perwerdeya bi kurdî xwe disipêre alozîyeke kûr a civaka kurd ku ew jî tunebûna têgihîştina neteweyî û lawazbûna hestên neteweyî ye.
Heta niha û piştî derbasbûna zêdeyî du sed salî di ser qonaxa netewebûnê û avakirina dewletên neteweyî re, hîna jî kurd nebûne xwedî têgihîştineke neteweyî ya hevbeş. Guherandina ku di zihniyeta kurdî de bûye ew e ku eşîre, êl bi partiyê guherandîye û banê herî jor ji girêdanê re partî ye û ne netewe ye. Ji ber vê jî her dem berjewendiyên neteweyî dikin qurbana berjewendiyên partiyên xwe, wisa jî nirxên neteweya xwe dikin qurbana nirx û fermanên partî û alîyên xwe yên sîyasî. Tiştê li Rojava bû ev bû û tiştê ku heta roja îro li Başûr jî dibe ev e û lihevnekirina Rojava û Başûr jî her ev e. Perwerdekirina kurdî qezenceke neteweyî ye û di xizmeta berjewendîyên neteweya kurd yên stratejîk de ye. Divabû kurd bi hemû partî û alîyên xwe yên sîyasî li vî karî xwedî derkevin.

– Tu rewşa wêjeyê li rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Hindik maye bibe bîst sal ku ji rojavayê Kurdistanê dûr ketime. Di barê berhemên ku di van salan de derketine ez ne zêde agahdar im. Ji ber vê, ez ê nikaribim baş rewşa wêjeyê li wê derê binirxînim. Tiştê min xemgîn dike ew e ku heta niha serdestiya zimanê erebî li van derûdoran desthilatdar e û zêde li nivîsandina bi kurdî xwedî dernakevin. Baweriya min ew e ku pêdiviya hemû wêjekarên rojavayê Kurdistanê bi wê yekê heye ku li xwe vegerin, kumên xwe deynin ber xwe û bifikirin. Eger em tiştekî ji zimanê xwe re û ji wêjeya xwe re nekin, kî yê bike?. Nivîsandina bi erebî tiştekî li wêjeya kurdî zêde nake. Wisa jî wêjekarên ereb ne bi hewceyî me ne ku em bên û wêjeya wan ji wan re li pêş bixînin. Ez doza wê yekê nakim ku dev ji nivîsîna bi erebî berdin, na, ew jî dikare hebe; lê berî her tiştî divê em li xwe, li rastiya xwe, li zimanê dayika xwe vegerin û pê binivîsin.

– Di civata nivîskarên rojavayê Kurdistanê de dengê gilî û gazinan bilind e. Ji bo nivîskarekî, tu gazinan çawa dibînî?

Her çendî nivîskar di gelek gazinên xwe de mafdar bin, lê dîsa jî ez vê diyardeyê baş nabînim. Ji ber ku gazin tenê demwindakirin e. Tu yê gazinan ji kê bikî? Ne dewlet heye, ne saziyên wêjeyî yên xwedî îmkan hene, ne statuyeke siyasî ya rewa heye. Tenê berxwedana ji bo mana li jiyanê li wê navê heye. Welatek dema şer lê hebe, kuştin hebe, dengê çekan lê bilind be, dengê gazinên nivîskaran dê neyê bihîstin. Li şûna gilî û gazinan kar divê û li şûna mijûlbûna bi bazdana li pey rewrewkan afirandin divê.

– Ji romankirina nûçeyên sîyasî û bûyeran biwêdetir, ragihandina kurdî di milê wêjeyê de xwe gihandîye ku derê, xebateke çawa pêşkêş dike?

Aliyê wêjeyî ji ragihandina kurdî bi giştî nayê veqetandin. Nakokiyên sîyasî yên di navbera aliyan de siya xwe davêjin ser karê wêjeyî jî. Ez dikarim ji ezmûna xwe ya dirêj di vî warî de mînakekê bidim; ji sala 2000'î ve ku ji welêt derketime min dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyeke wêjeyî kir, destpêkê di Medya TV de, dû re Roj TV û niha jî Ronahî TV. Di van hijdeh salan de, ji bilî pirtûkan û mijarên çandî û wêjeyî behsa tiştekî nebûye. Lê tev wilo jî, hinek nivîskarên kurd, ji ber hesabên siyasî, nedihatin beşdarî vê bernameya wêjeyî nedibûn, da ku bi kurdî behsa pirtûkên xwe  bikin. Ya balkêş ew bû, heman nivîskarên kurd dema TRT Kurdî vebû bi kêfxweşî diçûn bernameyên wan yên wêjeyî.
Ji vî alî de, li gor şopandina min, di ragihandina kurdî de derfeteke pir mezin ji wêjekaran re vekirî ye. Her nivîskarek jî bi dehên caran dibe mêvanê van dezgehên ragihandinê û behsa xwe û berhemên xwe dike. Ev bernameyên wêjeyî ku hene derfeteke baş in ji bo hevnaskirina wêjekarên kurd û wisa jî ji bo danasîna berhemên wêjeya kurdî. Her wiha rêyeke baş e ji bo jiholêrakirina sînorên ku siyasetê û zaravayan di nav kurdan de çêkirine.
***

Helîm Yûsiv kî ye?
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew berhemên xwe bi kurdî dinivîse û ev berhemên wî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.

Berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)

**

Nûçeya Eleqedar:
-
Romenek li ser hovîtî û wehşiyetê: 'Wehşê di hundirê min de' derket

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Venezuelayê Maduro bi ser ket

ad

Kemanê Einstein hat firotin

ad

Baydemîr: Biaqil bin bila gotin xelas nebe

ad

Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê

ad

Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê

ad

Li Amedê coşa fîlman berdewam e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname