logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

3 pirtûkên li ser ziman

Emê îro sê pirtûkên li ser ziman ku van demên dawî derketine dexin pêş: "Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî", "Morfo

  • Dîrok: 14/12/2018
  • Beş: Berhem

Diyarname
Emê îro sê pirtûkên li ser ziman ku van demên dawî derketine dexin pêş: "Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî", "Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî" û "Hevoksaziya Kurmancî"...

"Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî"
Pirtûka "Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî" pirtûka Deham Evdulfettah e. Pirtûk îsal ji Weşanên Lîsê derketiye. Di pirtûkê de nivîskar berê xwe dide koka ziman, ji aliyên wekhev û zimanên cîran dide ber hev. Yek jî îdîayek ku ji pirtûkê dertê jî ew e ku sumerî (nivîskar 'Somerî' nivîsandiye) kurd e. Evdulfettah dibêje: "Di zimanê somerî de hinek gotin û derbirîn bi heman deng û wate di zimanê kurdî de jî bikar tên. Vê diyardeyê bala hin rewşenbîrên kurd rakişand wê baweriyê ku girêdaneke dîrokî di navbera zimanê kurdî û somerî de heye." Evdulfettah balê dikişîne ser pirtûkên ku ev îdîa derxistine pêş û dibêje: "Pirtûka yekê bi navê 'Efer Somerî Ne Kurd Bin Gelo Wê Kî Bin' (Duhok, 1999). Nivîserê pirtûkê Mes'ûd Se'îd Yasîr e. Pirtûka duwê jî bi navê 'Domozî Melekê Tawûs'  (Beyrûd, 1999) e. Nivîserê vê pirtûkê jî Murşîd Elyûsif e. Van her du nivîseran jî li gora pêwendiyeke regezî di navbera Kurd û Someriyan de heye. Ev bêje û derbirînên hevbeş jî wê pêwendiyê tekez dikin." (hin bêjeyan wekî mînak dide)
Her çiqas ev îdîa hebin jî nivîskar qala têkiliya bazirganiya wê demê, têkiliya ziman dike û digihîje wê encamê du di vê dan û standinê de dibe ji hev girtibin lê ew ne ji hev in.

"Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî"
Pirtûka "Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî" ji aliyê Ahmed Kanî ve hatiye nivîsandin û par ji Weşanên J&J'yê derketiye. Kanî dibêje bi vê xebatê wî xwestiye balê bikişîne ser zimannasiyê û wisa dom kiriye: "Li vir armanca me ji zimannasiyê hemû xebatên bi zimanî re têkildar in ku xwedî gelek beşan e, yek ji wan beşan jî morfolojî ye. Em dixwazin di mizannasiyê de jî xebatên li ser morfolojiyê pêşkêş bikin."

"Ceribînek li Ser Hevoksaziya Kurmancî"
Pirtûka "Ceribînek li Ser Hevoksaziya Kurmancî" ji aliyê Serwet Ornek ve hatiye nivîsandin. Nivîskar di pirtûkê de hin pirtûkên bi kurdî girtine dest, bi ser wan re nirxandin kiriye û "Ceribandina li ser hevoksaziyê" pêşkêş kirine. Ew dibêje: "Di vê xebatê de li ser komepeyv, hevok û hevoksaziya Kurmancî hatiye rawestandin. Ango ev berhem, berhemeke rêzimanî ya berfireh nîn e; ji ber ku bi tenê di mijara hevok û hevoksaziyê de bi kûrahî li ser hatiye rawestandin, ev behme bûye berheme monografîk."
Ew dibêje armanc ew e ku komepeyv çawa tên çêkirin û di hevok û hevoksaziyê de çawa tên bikaranîn. Wekî notek, ev pirtûk di sala 2017'an de hatiye çapkirin û di rezbera 2018'an de çapa wê ya duyemîn hat weşandin.

- Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî / Deham Evdulfettah /  Weşanên Lîs / 129 rûpe/ 2018 / Ziman
- Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî / Ahmed Kanî/ Weşanên J&J / 207 rûpel / 2017 / Lêkolîn
- Ceribînek li Ser Hevoksaziya Kurmancî / Serwet Ornek / Weşanên J&J / 156 rûpel / Çapa yekem 2017, çapa duyem 2018 / Lêkolîn

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Li hemberî DAIŞ'a tecawizkar berxwedana bi rûmet heye

ad

Vê carê pirtûk li Egeyê ne

ad

Ji nav dîrokeke 'Şikestî'

ad

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

ad

Ji bo Demirbaş Blogeke piştgiriyê hate vekirin

ad

Arjen Arî: EZ

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname