Diyarname
Bi navê “Selwa: Birîna Daxdayî Şingal” pirtûka nû ya nivîskarê kurd, Medenî Ferho ji Weşanên Do derket.
Romana bi navê "Selwa" li ser çîroka keçek êzîdî di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de hatiye revandin. Roman çîroka van keçan digire dest ku hin ji van keçan hatine kuştin, hin bi awayekî karîne vegerin Şingalê ku Selwa jî yek ji wan e.
Pirtûka ku Ferho par nivîsandibû û amadeyî çapê bû jî, demek dirêj li çapê ma û serê vê payîzê karî xwe bigihîne ber dest.


