logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Salih: Serketina min a herî mezin min karî hestên Cizîrî piştî 500 salan zindî bikim

Hunermend Zûbêr Salih yek ji wan e ku li her çar parçeyan tê naskirin. Ew di sala 1965'an de li gundê Delîkê yê Dirbêsiy

  • Dîrok: 04/08/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: CANO ŞAKIR / WILDESHAUSEN


Rojavayê Kurdistanê wekî hemî parçeyên din ên Kurdistanê bi hunera xwe dewlemend e. Hunermend Zûbêr Salih yek ji wan e ku li her çar parçeyan tê naskirin. Ew di sala 1965'an de li gundê Delîkê yê Dirbêsiyê li parêzgeha Hesekê hatiye dinê. Hunermend Zûbêr Salih di malbeteke eleqedarê hunerê de mezin bûye. Bavê wî Osê Salih, dengbêjekî naskirî bû. Heger em baş guh bidin şêweyê hunera Zubêr Salih, em ê bi awayekî raste rast zanibin ku çavkaniya hunera wî ji çanda dengbêjiyê hatiye û ji wê kaniyê av vexwariye.


Di dawiya salên 1978-1980'yî de wî ji xwe re stîlek, rengek hilbijart û dakete meydana hunerî. Heta salên 1990'î wî gelek berhem çêkirin. Zubêr Salih bi dengê xwe û rengê hunera xwe cihê xwe di nava heskiriyên xwe de çêkiriye. Wî hestên Melayê Cizîrî bi muzîka xwe vejenî û ji wan re bû dengek. Şiîrên Melayê Cizîrî eşq û vîna bi jinê re û suhbetên Cizîrî yên di asoyên xeyala wî a ku her bi peyvên li ser rûpelan sincirî ne, û Zubêr Salih jî ev hemî tevlî çemê û kaniyê hunera xwe kir û niha hemî aşiqên strana kurdî jê avê vedixwin. Em bi Zubêr Salih re li ser huner û jiyana wî peyivîn.


Gelo cenabê te wê êdî derbasî qonaxeke din bibe? Gelo Zubêr Salih giha armanca xwe di geşta hunerê de?

Jixwe, min çavên xwe di malbatekê de vekirin ku hemî bi hunerê re têkildar bûn. Tevî ku di dema me de û nifşên wekî min, em rastî gelek zehmetiyan hatin, ne tenê wilo zehmetî her wiha bi çavekî biçûk û wekî pêkenokekê li hunerê û hunermendan dihat nihêrîn. Heta, dema em biçûk bûn, dê û bavê zarokên hevalên me, nedihiştin em bi hev re bilîzin, bela ku malbata me bi hunerê re têkildar bû.

Ez li pirsa te vegerim. Piştî ku min 370 stran û bi dehan album û vîdeo klîp çêkirin, ez jî wekî gelek ji hevalên xwe yên hunermend giham armanca xwe. Bêguman, ev e jî ne tenê ji bo min e, her wiha min karîbû ew qas kedê bikim ta ku ez dewlemendiyekê li arşîva stran û hunera kurdî bikim. Lê tişta niha herî seyr ku di vê serdemê de yanî her tişt di rêya medyayên civakî de mirov bi her tiştî têkildar e; her kes radibe û xwe dike pisporê tiştekî. Min erka xwe bi cî anî û hîna vê dewam dikim.


Cenabê te van salên xwe yên berhemdar çawa dibîne, mirov dikare bibêje, salên zêrîn?

Heger tu li paşxana min binihêrî û tu ji heskiriyên min bipirsî, tu wê bi awayekî zelal zanibî ku ev sal ji bo min ne tenê zêrîn in, her wiha ew sal in ku min karîbû tevî hemî zehmetî û barûdoxên jiyanê navekî ji xwe re ava bikim û dibistanekê ava bikim. Bi dehan hunermedên ku reng û şêweyê hunera min ji xwe re esas girtine û niha li meydana hunerê bûn hunermend. Bêguman ev salên hanê salên avakirina dîrokekê ne ku min di vê ezmûna xwe de wekî Mihemed Şêxo û Seîd Yûsiv dîrokek bi hunera xwe da afiriandin. Yanî ew her wiha salên avakirina dîrokeke zêrîn in di hunera min de.


Bi hatina salên 1990´î re tecrubeya Melayê Cizîrî xwe berda nav hunera Zubêr Salih; vê pêvajoyê çi guherînên sereke li ba cenabê te peyde kirin?

Min di rêya hinek hevalên wekî Wijdan Dêrkî û Abdilrehman Dêrkî ji xwe re helbestên Melayê Cizîrî nas kirin. Wê çaxê min ji dîwana Meleyê Cizîrî a bi navê Eqd Al Cewherî du heb helbest hilbijartin yek ji wan bi navê "Sebah ul-xêr" ku heta niha ew bûye mîna sirûdekê li ser devê her kurdî. Li aliyê din tu lê binihêrî, min dikarîbû vê pêvajoya xwe bi hunerê re ku helbestên Cizîrî ku di pirtûkxaneya li ser hev toz gortibûn, ji nû ve zindî bikim. Tevî ku gelek ji heval û kesên min ew nas dikirin kenê xwe bi helbestên Cizîrî û stranên min dikirin, digotin wa Zubêr Salih Quran kiriye stran, lê ev niha ji bo min serketina herî mezin e ku min karîbû hestên Cizîrî ji nû ve yanî piştî 500 salî zindî bikira.


Têkiliyeke çawa dikare di navbera hunermend û helbestvanan ava bibe? Gelo hinek asoyên rewşenbîrî wan digihîjînin hev?

Min helbestên gelek helbestvanan kirine stran. Seydayê Tîrêj, Xemgînê Remo, Seydayê Bêbuhar. Lê min nikarî yên Seydayê Cegerxwîn bistranda, ji ber tişta ji bo stranê hebû, hatibû gotin.

Ez werim ser pirsa te, ji xwe her du bê hev nabin. Ya din divê têkiliyek di giyan de hebe da ku her duyan bîne ba hev. Lê li vir pireke çawa dikare di navbera her duyan de bê avakirin? Niha gelek helbestvan helbestê dinivîsin ji bo tenê wekî helbest bimîne, lê bêhtir ew helbest nayê naskirin û belav kirin heta ku nebe stran û li ber guhê guhdaran were bihîstin, ji ber ku di nav hemû gelan û miletan de ew dikarin bêne guhdarî kirin. Kurd jî civaka wilo ne ku ji xwendinê zêdetir dikarin guhdarî bikin.

Yanî helbest çiqasî bilind be û bi wate û nirx be jî, ew ê neyê naskirin heta ku hunermend bi dengê xwe wê neke stran. Helbestvan û hunermend wekî lêv û ziman in, yek tîne ser ziman ya din bi lêv dike; bê hev nabin.


20 salên li beyaban û bendergehên xerîbiyê çi ji Zubêr Salih stand û çi da û hunera wî?

Di van 20 salan de tişta bi min herî bi êş ew bû ku ez ji hembêza welatê xwe dûr ketim û ji wî cihê ku min xeyala hunera xwe tê de ava kir. Wekî din li xerîbiyê min gelek kesên nêzîkî xwe winda kirin û dûrî wan bûm û min nikarî di wan kêliyan de ku ew hewcedarî min bûn, li cem wan bim. Yek ji wan a herî giranbuha dayika min bû.

Li aliyê din jî derfetên li vir ji yên li welat pirtir bûn. Dema ku ez hatim jî li welat min bi aweyekî zor û zehmetî karê xwe yê hunerê dikir, lê li vir derfet berevajî welatê me ne, her tişt li ber destên me ye. Yanî min 20 salên li vir têkilî bi gelek hunermendên navdar re danî. Sefer û rêwîtiyên li welatan derxistina album û beşdarbûna konsert û ahengan, ev jî ji bo min qonaxeke girîng bû. Lê dîsa wê hesreta welat û axê bi min re bimîne.

Yenî Ozgur Polîtîka
**

Têbiniya Diyarnameyê: Di orjînala hevpeyvînê de sernavek din hebû, me guhart û ev lê kir. 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rola malperên kurdî hat nîqaşkirin

ad

Şaredarekî din ê kurd ji peywirê hat girtin

ad

Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin

ad

Botan-DER vebû

ad

Huseyîn Gunduz: Digel xwendevanan nivîskarên kurd jî naxwînin

ad

Sirri Sakik li Agiriyê ji bo şaredarî pêşberendam e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname