Diyarname
3'yemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Zurîhê îsal di navbera 16'ê gelawêjê û 30'ê rezberê de dê li dar bikeve.
Festîval bi alîkariya Wezareta Çandê ya Kantona Zurihê li dar dikeve û fîlm wê li navnîşana Zurich Nuschelerstrasse 11'yê, li Filmpodiumê bêne nîşandayîn.
Îsal di festîvalê de têgeha "Sînemaya Kurd a Nû" hatiye diyarkirin û diruşma wê jî wekî "Fîlmên kurdan dengê kurdan in" hatiye diyarkirin.
Gelek ji fîlman bi jêrnivîsa almanî û îngilîzî bêne nîşandayîn.
Di çarçoveya festîvalê de ev fîlm wê bêne nîşandayîn: "Nîvê Hevyê (Behmen Qubadî), Crossing The Dust (Şewket Emîn Korkî), Welatê Zivistanê (Hisham Zaman), Close Up Kurdistan (Yuksel Yavuz), Bawke (Hisham Zaman), Welatê efsane (Rehîm Zabîhî), Bahoz ( Kazim Oz), Du ziman û baholek (Ozgur Dogan, Orhan Eskikoy), Whisper With The Wind (Shahram Alidi), Min Dît (Miraz Bezar), Kick Off (Şewket Emîn Korkî)."
Her wiha derhênerên kurd Behmen Qubadî, Yuksel Yavuz, Ozgur Dogan, Kazim Oz jî wê bi temaşevanan re bên ba hev û sohbetê bikin.
Ji bo agahiyên berfireh: www.filmpodium.ch


