Diyarname
"Moraşîn" lîstika Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Lîstika ku ji aliyê Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedin Sadeghi) ve hatiye nivîsandin, niha bi kadroyeke mezin li ser dikê ye. Derhênerê lîstikê jî Sadiqî ye.
Payîz hat û şanoyan perde vekirin. Yek ji şanoyan jî Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Şanoyê bi lîstika "Moraşîn" duh êvarê dest bi serdema nû kir. Lîstik li ÇandAmedê hat lîstin û gelek kesî lê temaşe kir.
Nêzî 50 kesî di lîstikê de dilîzin. 40 jinên kincên mêran li xwe dikin û dikevin rêwîtiyeke dûr û dirêj; di lîstikê de evîn, fedekarî, berxwedan hêmayên sereke ne.
Piştî lîstikê Seroka Daîreya Çand Huner û Karên Civakî ya Bajarê Mezin Zeynep Yaş derket sehneyê û ji bo vê lîstikê sipasiya amadekar û lîstikvanan kir.
Li aliyê din Şanoya Bajêr bernameya xwe ya vê mehê jî eşkere kir. Di nav bernameyê de ev lîstik hene:
LÎSTIK LI ÇANDAMADÊ TÊNE LÎSTIN
- 4'ê mehê: Lîstika zarokan "Keçelok", saet 13.00
- 9 û 10'ê mehê: “Xewna Şeveke Havînê”, saet 20.00
- 11'ê mehê: "Hişê min tevlihev bû" (lîstika zarokan), saet 13.00
- 16 û 17'ê mehê: “Xewna Şeveke Havînê”, saet 20.00
- 18'ê mehê: "Keçelok" (Lîstika zarokan), saet 13.00
- 25'ê mehê: "Hişê min tevlihev bû" (lîstika zarokan), saet 13.00
- 23 û 24'ê mehê: "Romeo û Juliet/ Niha çawa ye?”, saet 20.00
- 30 û 31'ê mehê: "Romeo û Juliet/ Niha çawa ye?”, saet 20.00


