logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • Dîrok: 06/10/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Festîvala Fîlman a Payîzê "Fîlmekîmî" vê mehê diçe sê bajaran. Ji gelek festîvalên navdar fîlmên xelatgir li festîvalê têne nîşandayîn.

Filmekimî îsal di navbera 9-18’ê ve mehê li Stenbolê, di 15-18’ê mehê de  li Enqereyê, di navbera 22-25’ê mehê de li Îzmîrê û di 22-25’ê mehê de jî li Mêrsînê li dar dikeve.

Fîlmê derhêner Cristian Mungiu ê bi navê  "Fjord" ku li Festîvala Fîlman a Cannesê xelat Palmiyeya Zêrîn girt ji têde gelek fîlmên ji gelek festivalan li Fîlmekîmiyê ne.

Va ne hinên derkevin pêş:
"FJORD"

“Fjord”, fîlmê Mungiu ye ku li Cannesê xelat girt û niha li Filmekimiyê.
Du lîstikvanên ku bûne berendamên Oscarê di serlîstikaniyê de ne: Reinsve, ku bi performansa xwe di fîlmên wekî “The Worst Person in the World”, “Sentimental Value” û “Backrooms” de hatiye naskirin, di vî fîlmî de ye. Lîstikvan Sebastian Stan jî piştî ku di Gerdûna Sînemayî ya Marvelê de rola “Bucky” lîst û paşê bi “The Apprentice”ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump anî ser perdeya spî, vê carê dikeve cîhana Mungiu.
Reinsve rola jineke norwecî dilîze ku bi hevjînê xwe (Stan) û pênc zarokên xwe re bar dike bajarokeke peravê ya biçûk. Ew bi hev ve girêdayî ne. Zarokên wan ên ciwan di demeke kurt de nêzî malbateke cîran dibin, lê li dora baweriyên hişk ên malbatê nerehetiyê mezin dibe. Bi derketina îdîayên îstismara li ser zarokan, malbat bi pergaleke dadkirinê re rû bi rû dimîne ku tê de sînorên di navbera fikar û pêşdaraziyê de her diçe tarî dibin. 
Fîlm wê rojê 9, 12, 15 û 18’ê mehê li Atlas 1948, Paribu Art, Sînema Kadıköy û Cinewam City’s Nişantaşi bê nîşandayîn.

"Wild Horse Nine"
“Wild Horse Nine”, fîlmê derhênerê xwediyê Xelata Oscarê Martin McDonagh e. McDonagh berê fîlmên wekî “In Bruges”, “Seven Psychopaths” û “Three Billboards Outside Ebbing, Missouri” kişandibûn
John Malkovich, Sam Rockwell û Steve Buscemi di fîlm de dilîzin. Fîlm piştî ku li Festîvala Fîlmê ya Venedîkê ji bo “Şêrê Zêrîn” ket pêşbaziyê, niha wê li Stenbolê bê nîşandayîn.
Fîlm dema berî derbeya 1973'yan ya li Şîlî tîne pêş temaşevanan. Malkovich û Rockwell rola ajanên CIA’yê yên bi navê Chris û Lee dilîzin. Herdu ji aliyê serokê ofîsê (Buscemi) ve ji Santiago ji bo Girava Paskalyayê tên şandin. Du hevkarên ku bi salan bi hev re dixebitin, bi rabirdûya xwe ya tarî û komployên ku tê de ne re rû bi rû dimînin. Girêdana nû ya Chris bi du xwendekaran re (Mariana di Girolamo û Ailín Salas) gefê li planên her kesî dixwe.
Fîlm wê roên 16, 17 û 18’ê mehê li Paribu Art, Sînema Kadikoy û Atlas 1948'ê bê nîşandayîn.

"Naza
“Naza” belgefîlmê derhênerên xwediyê Xelata Oscarê Yuval Abraham û Rachel Szor e. Ew li Festîvala Fîlman a Venedîkê hatibû nîşandayîn û bi ser 20 deqeyî re temaşevanan li çepikan dabûn.
Belgefîlmê ku bi şev li ser banên Tel Avîvê hatiye kişandin, rewşa li Xezeyê tîne ber çavan. Di belgefîlm de hevpeyvînên bi 24 leşkerên ku di îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê de xebitîne re jî cih digirin.
Fîlm wê rojên 11, 15, 17, 18 û 22’yê mehê li Cinewam City’s Nişantaşi, Atlas 1948, Sînema Kadikoy, Paribu Art û Paribu Cineverse Forum Mersin bê nîşandayîn.

"Fatherland"
Derhêner Pawel Pawlikowski, ku hez dike li ser cîhana hundirîn a karakteran raweste, bi “Fatherland”ê tê Filmekîmiyê
Di fîlm de Sandra Huller serlîstikvan e. Piştî ku li Festîvala Fîlmê ya Cannesê ji bo Palma Zêrîn di pêşbaziyê de bû li ser têgehên nasname, sûcdarî, malbat û evînê disekine. Fîlm bûyerên ku bi vegera nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê Thomas Mann dest pê dike; Mann di sala 1949’an de piştî şer cara yekemîn vedigere Almanyayê. Keça wî Erika jî pê re ye û Almanyayeke parçekirî li pêşiya wan e. Bav û keçik ji Frankfurtê ya di bin desthilata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ber bi Weimarê ya di bin kontrola Sovyetê ve diçin û Pawlikowski atmosferake cuda diafirîne. 
Fîlm li ser navê Polonyayê bûbû berendamê Oscarê. Ligel Huller, August Diehl, Devid Striesow  û Anna Madeley jî hene.
Fîlm rojên 9, 15, 17 û 22’yê mehê Sînema Kadikoy, Atlas 1948, Cinewam City’s Nişantaşi û Paribu Cineverse Mavibahçe ya Îzmîrê tê nîşandayîn.
 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Kerkûkê belgefîlmê 'Çawe' hate nîşandayîn

news
  • 08 10 2026

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

news
  • 06 10 2026

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

news
  • 04 10 2026

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

news
  • 03 10 2026

‘Moraşîn’ bi kadroyeke mezin li ser dikê ye

news
  • 30 09 2026

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li Rihayê kezeb nayê peydakirin

ad

Ji bo Euro 2020 pişke hat kişandin

ad

RTUK'ê berê xwe da kanalên kurdî, dibe ew bêne girtin

ad

Kişanak: Xeyalên azadiyê dîl nayêne girtin

ad

Li 3 welatan fînalîstên kûpayan diyar bûn

ad

'Qutiya Pandorayê' dikeve dû Îstîrîdyeya Zêrîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname