Diyarname
Nivîskarê romanan ê spanî Carlos Ruiz Zafon ku ev demek bû li Los Angeles a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) j iber qansêrê dihat dermankirin, mir.
Romanivîskar Zafon roja 25'ê rezbera 1964'an li Spanyayê hatibû dinê. Pirtûkên wî li 45 welatan li dor 30 zimanan hatine wergerandin. Ligel Javier Sierra û Juan Gómez-Jurado ew wekî yek ji wêjeya hember a Spanyayê dihat nasîn.
Carlos Ruiz Zafon ku ji sala 1993'yan ve li Los Angelesê dijiya ev demek bû ji ber qansêrê dihat dermankirin lê îro mir. Weşanxaneya Planeta ku pirtûkên wî çap dikirin jî xebera mirina wî ragihand.
Pirtûkên wî dinav lîsteya pirtûkên herî zêde têne firotin de cih girtibûn.
Pirtûka wî bi navê "Cementery of Forgotten Books" bo îngilîzî hat wergerandin û li dinyayê li dor 20 mîlyon hebî hat firotin. Li Tirkiyeyê jî çend pirtûkên wî ji bo tirkî hatibûn wergerandin.
Pirtûkên wî yên zêde têne zanîn ev in:
- El Príncipe de la Niebla (1993)
- El Palacio de la Medianoche (1994)
- Las luces de septiembre (1995)
- Marina (1999)
- La Sombra del Viento (2001)
- El Juego del Angel (2008)
- El Prisionero del Cielo (2011)
Demîrtaşî ew pêşniyar kiribû
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaşî par ji bo xwendevanan çend pirtûkên bi kurdî û tirkî pêşniyar kiribûn, di nav lîsteya wî de Zafon jî hebû. Demîrtaş pirtûka wî "La Sombra del Viento" pêşniyar kiribû. Ev pirtûk di sala 2001'ê de hatibû weşandin û di sala 2005'an de li Tirkiyeyê bi navê "Ruzgarin Golgesî" hatibû wergerandin û çapkirin.