logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Di romana kurdî de qonaxeke nû: ‘Meryema’ya Sebrî Silêvanî

‘Miryema’ navê romana Sebrî Silêvanî ye ku bi kurmanciya badînî hatiye nivîsandin, li îngilîzî hatiye wergerandin û niha

  • Dîrok: 11/06/2011
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz 

‘Miryema’ navê romana Sebrî Silêvanî ye ku bi kurmanciya badînî hatiye nivîsandin, li îngilîzî hatiye wergerandin û niha jî bi navê ‘Meryema’ ji aliyê Weşanxaneyê Lîsê diyarî kurmanciya bakur hatiye kirin.
Romana ku bi forma “vebêjiyê” hatiye raçandin û bi zar devê Miryemayê serhatiyên xwe ji hevala xwe Narînê re vedilorîne, asteke nû ya bilind li vegotina kurmanciyê vedibire û em ‘Miryema’ya hunermenda tabloyan a wekî sîmirekê ji xweliya xwe ve xwe vedijîne, dibînin û bi ser devê wê, rexneya nivîskar a li feodalîteyê ku bi ser devê Miryemayê tê vegotin û trajediya jina kurd heta atomên xwe seh dikin.
Min saet 20.30’ê romana ku ji 117 rûpelan pêk tê wergirt destê xwe û min kir nekir nekarî berdim, gava gihîştim dawiya wê saet hêj 23.23 bû. Ez dikarim bêjim, heta niha ev yekem berhem e ku ez bêbêhnvedan bi nefesekê de dixwînim û gava min qedand, min xwest careke din lê vegerim û ez dikarim bêjim ez  jê “têr” nebûm.  
‘Miryema’ya ku xwedan hêmayên felsefîk û zimanekî bilind têr û tijî ye, rexneyek e li zihniyeta rojhilat a babiksalarî û lêgerîna xweavakirin û xweduristkirina “kesayeteke êxistî” ye.
‘Miryema’ya ku hêj di temenekî nestêle de dûçarî destavêtina mêrekî neçak tê, bavê wê di Şerê Kendavê de tê kuştin û Jinbava wê Mencol wê diavêje nav lepên Mihemedê Meyrê ku Sebrî Silêvanî ev nav di heman demê de wekî “sembol” jî bi kar anîne û bi ser wan, “zihniyeta rojhilat” hatiye tîrbarankirin.
‘Miryema’ya ku di heman demê de “Kurdistanê” sembolîze dike, dilê xwe ber sê zilaman berdide ku yek jê “Pêşmerge”, yek jê “Komînist” û yê dîtir jî “Dîndarekî Fanatîk e” û bi van karekteran em pê dihesin ku Silêvanî di heman demê de, rexneya van her sê çemk û bîrdozan dike û dibêje, “Vana tenê kulên Miryemayê zêde kirine” û Miryema di wan de li kesayeta bavê kuştî ya rizî digere.
Di romanê de kurdiyeke bilind a felsefîk hatiye bikaranîn û di heman demê de wekî bersivekê ye, ji kesên dibêjin “kurdî têra derbirîna zanistê nake” re.
‘Miryema’ya ku şûr kişandiye “dogmayan” û wan bi zanîna xwe û berxwedana xwe ya “manê” pêpes dike, devê kîsê xwe ji Narînê re vedike û bi ser keval û tabloyên xwe, hem analîza nîgar û rengên wêneyên xwe dike hem jî analîza derûnîya xwe û di ber re jî serhatiyên xwe civaka xwe analîz dike.
Li vê derê ez dixwazim anektodekê vebirim: Gelo ev karektera wiha têgihîştî çawa çêbûye li Duhokê peyda bûye? Duhoka ku hê jî bi sîstema perwerdeya Sedam a sedsala bîstan lê serdest e, ma mimkûn e, jineke wisa xwedan bîr û hizrên bilind di dergûşa xwe de xwedan bike?
Sebrî Silêvanî, bi vê berhema xwe, vegotina kurdî bilind kiriye, ji jargona kevnetorî daweşandiye û aniye bi hêmayên zanistî xemilandiye.
 Gava min ev berhem xwend hêviya min a bo kurdî “geştir” bû û ev ajara ku hêdî hêdî li ser axa xwe rehên xwe berdida û gewdeyê xwe stûr dike, ez dixwazim dubare bikim, “dê bereyekî nû li wêje û edebiyata cîhanê veke.”
Fikr û hizra kurdî ya bilind ku bi felsefeyeke li ser binemayê suriştê ya analîtîk ava dibe û bi rêbaza kuantumê jiyanê dinirxîne û jiyana xwezayî ya neolîtîk ji xwe re wekî xîm dibîne, reng û dirûvê xwe di nivîskariya kurdî de dide pêş û “kurdê nû” ji nav kovilê xwe derdikeve.
Rêbaza Sebrî Silêvanî ya rexneya civakê, ku bi ser jarî û êxistina jinê dest bi şerê “hebûnê” dike û “dogmayên rojhilatî” dide ber tîrebaranê û li şûnê jî, wekî jiyaneke alternatîf “xwebûnê”; xwebûna li ser binemayê xwezayê, datîne, rêbazeke ilmî û pêşketî ye.
Warê romana Silêvanî bajarê Duhokê ye, her çend kekê Sebrî hema piçekî devê dasa rexneyê gihandibe “deshilata vê derê” jî di hin hevokan de em dibînin ku Sebrî bi ser zavê Miryemayê, rexneyê li serve servetiya “têgehan” dike û qonaxên berî û piştî “şoreşa herêmê” bi hin hevokan di kesayeta “Lehengê Pêşmerge” de dide ber çavan.
Ji bo em kurdên Bakurî hinekî dîtir parçeyê dilê xwe ya Başûrî têbigihên, diviya em mêvandariyê di cîhana Miryemayê de bikin.
Miryema, li nik me jî pir in, bi têgihîştina “Miryema”yan em dikarin “dogma”yên xwe herifînin.

omerdilsoz@yahoo.com


***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- “Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
-
Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

**

Nûçeya eleqedar:

- Ji Weşanên Lîs pirtûkên roman, çîrok û lêkolînî yên nû

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nizanim çi bibêjim?

ad

Li Amasyayê ‘Kurd Hafiz’ û ‘Kurd Mektebî’

ad

Çîroka pirtûkek 20 salî

ad

Bername bi ser neket: Par 8 mîlyon zarok mirin

ad

Giyanên dagirbûyî çawa ji dagirbûnê rizgar dibin?

ad

Hêzên Koalîsyonê ketin Sirîna Kobanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname