Diyarname
"Efsûna" navê pirtûkeke helbestan e ku ji 14 helbestan pêk tê. Helbestvan Aytenxan pirtûk nivîsandiye û niha ew ji Weşanxaneya Lîs derket.
"Efsûna" efsûnan ku ji Lîsê derket pirtûkek helbestan a serketî ye. Aytenxan ku ev helbest nivîsîne wekî pîrejineke ji xwe qayil a dewra berê, li keviya çem rûniştî dil li avê raxistiye. Eşq, xewnên şevan, hesret, destan û klam bûne kana helbestên wê. Pêlên Dicleyê ji xwe re kiriye newa û bi Memê Alan re ketiye dû xewnên şevan. Efsûna modern e, zimanê wê sade û bi tehm e.
Helbestvan Aytenxan di sala 1976'an de li Amedê ji dayik bûye. Li şaxa NÇM'ya Mêrsînê dest bi xebatên çand û hunerî kiriye. Heta niha li “Navenda Çanda Biharê”, “Koroya Şaredariya Rezan a Jinan”, “Koroya Şaredariya Amedê a Bajarê Mezin”, “Li Amed û Mêrdînê di AÇEV”ê de xebitiye. Niha li Amedê dijî û "Efsûna" yekem pirtûka wê ye.
- Efsûna / Aytenxan / Weşanxaneya Lîs / Helbest / 63 rûpel / 2021