logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kurd di wergerê de jî li hev nakin

Erê em dizanin kurd di warê siyasetê de li hev nakin, kurd di warê aborî de li hev nakin, di warê alfabeyê de jî heta ra

  • Dîrok: 03/05/2022
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Erê em dizanin kurd di warê siyasetê de li hev nakin, kurd di warê aborî de li hev nakin, di warê alfabeyê de jî heta radeyekê li hev nakin û di gelek warên din de jî. Lê me dît ku kurd di warê wergerê de jî li hev nakin. Mînaka herî berbiçav pirtûka “Mîrzayê Piçûk” e ku di sê zaravayên me de jî cuda hatiye wergerandin. Werin em lê binêrin.

Pêşî Mînaka Kurmancî a Mîrzayê Piçûk

Nivîskarê fransiz Antoine de Saint-Exupery pirtûka xwe ya bi navê "Le Petit Prince" (Mîrzayê Piçûk) di sala 1942’yan de nivîsandiye û yekem car di sala 1943’yan de li DYA)yê hatiye weşandin. Û piştî du sala di sala 1945’an de li welatê xwe, li Fransayê hatiye weşandin. Ji wê rojê heta niha bi ser 30 zimanî re, ji bo gelek zimanan û her wiha ji bo bi sedan zaravayî hatiye wergerandin. Û helbet ji bo kurdî (kurmancî) jî. Bi qasî min xwe gihand, wergera pêşî ya ji bo kurdî ji aliyê Fawaz Husên ve di sala 1995’an de hatiye kirin û pirtûk li Stockholma Swêdê ji aliyê Weşanên Nûdemê ve hatiye çapkirin. Di sala 2011’ê de heman werger li Tirkiyeyê ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat kirin. 

Pênc Wergerên Cuda

Heta niha li Bakur û li Tirkiyeyê pênc kesên cuda ev pirtûk ji bo kurdî (qesta me kurmancî ye) wergerandiye. Li Tirkiyeyê heta niha bi dehan kesî ev ji bo tirkî wergerandiye û hemûyan navê “Kuçuk Prens” lê kirine. Pirtûk ji aliyê dehan kesî ve ji bo îngilîzî jî hatiye amadekirin, wan jî heman nav wekî "The Little Prince" bikar aniye lê yê me kurdan navên cuda, tîpên cuda di nav de hatine bikaranîn.

Ji wan hinan navê “Mîrzayê Biçûk”, “Mîrzayê Piçûk” wekî terciha “B” û “P”, hinan wekî “Prensê Piçuk” ku li vir “U” bê kumik bikar aniye, wergerek din jî vê carê “ê” cuda kirine û gotine “Prens ê Piçuk” ku wan jî “û” ya "piçûk"ê bê kumik bikar aniye. Û wergera din jî bi navê “Şehzadeyê Biçûk” gihîştiye ber destên xwendevanan.

Va ne di kurmancî de ew ên ku min karîn diyar bikin, ligel weşanxane û wergerên wan: 

- Prensê Piçuk / Weşanên Lîman / Werger Dagsu Sonmez, Şerikan Kara / 2020 Stenbol

- Prens ê Piçuk / Weşanên Sinirsiz Kîtap / Werger Celal Turpçu / 2015, Enqere

- Mîrzayê Piçûk / Weşanên Nûdem, Weşanên Avesta / Werger Fawaz Husên / 1995 Stockholm / 2011 Stenbol

- Mîrzayê Biçûk / Weşanên Aryen / Werger Salahaden Bayazedi / 2018, Stenbol

- Şehzadeyê Biçûk / Weşanên Leto / Werger Ahmet Yardak / 2015

Notek din li ser wergerand jî ev e ku pirtûka ji Aryen û Avestayê derketiye, diyar kirine ku raste rast ji fransizî hatiye fergerandin lê di yên din de negotine ji kîjan zimanî hatiye wergerandin.

Wergera Kirmanckî/Zazakî û Soranî

Ji bilî kurmancî ev pirtûk ji bo kirmanckî/zazakî û soranî jî hatiye wergerandin. Aso Ebdulla Hesenzade bi navê *Şazadey Çikole” di sala 2001’ê de pirtûk wergerandiye soranî. Bi qasî min xwe gihand di kirmanckî/zazakî de du werger hatine kirin. Asmêno Bêwayir bi namey “Şazadeo Qickek” di sala 2009’na de pirtûk wergerandiye zazakî. Seyîdxan Kurijî jî bi navê “Prenso Qij” pirtûk wergerandiye. Ev wergera Prenso Qij îsal ji Weşanxaneya Hîvda hat çapkirin. 

Bi van mînakan em dibînin ligel gelek warên din kurd di warê wergerê de jî li hev nakin, xwedî tercih û nêrînên cuda ne.

Antoine de SAINT-EXUPERY kî ye?

Nivîskar û pîlot Antoine de SAINT-EXUPÉRY li bajarê Lyonê di 29'ê pûşpera 1900'î de tê dinê. Dema dibe çarsalî bavê wî dimire. Di sala 1909'an de, malbata wî li bajarê Mansê bi cih dibe. Antoine diçe dibistanê û salên xwendin û zarokatiyê cîhekî taybetî di nav bîranînên wî de digirin. Di sala 1912'yan de, ew dibîne çawan balafirek bi asîmanan dikeve û xwe datîne. Gava pîlot dibîne ku ev zarok pir dixwaze li balafirê siwar bibe, wî digire cem xwe. Ev kêlî tesîrê li jiyana wî dike.

Ew di sala 1926’an de wekî pîlotê balafireke posteyê dike ku di navbera Toluouse û Dakar de karê serwîsa posteyê dike. Di 35 saliya xwe de balafirê wî dema xira dibe ji mecbûrî xwe li çola Tunusê datîne û winda dibe. Piştî çar rojên zehmet ji aliyê bedewiyan ve tê dîtin. D idema Şerê Navxweyî yê Spanyayhe de ji bo rojnameyeke fransiz nûçegîhanî dike. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji ber têkçûna Fransayê ji mecbûrî diçe DYA)yê. Li wir ev pirtûka wî tê çapkirin. Di 31’ê tîrmeha 1944’an de li balafira wî didin û balafir dikeve behra Marsilyayê. Ew dimire. Di sala 2000’î de masîgar parçeyên balafira wî dîtin.

Heta niha nêzî 10 pirtûkên wî (Yek jê sala 1956’an de derket) hatine çapkirin.

 

Nûçeyên eleqedar:
- Prenso Qij’ bi kirmanckî zî vecêno

- Pêşangeha 'Mîrzayê Piçûk' vebû

- Ji bo piçûk û mezinan: Mîrzayê Piçûk

- 

 

 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com              

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

UEFA'yê kadroya ji 18 kesî eşkere kir

ad

Fîlmê 'Cîran' li Swîsreyê wekî fîlmê salê hat hilbijartin û xelatkirin

ad

'Çerx' îro tê nîşandayîn

ad

Rewşa Şaredarê Artuklu Emin Irmak baş e

ad

Çavdêriyên rojnameger Gok: Dewlet, Rojhilat û Belûcistanê wekî dijmin dibîne

ad

Vaye bernameya Kongreya KCD'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname