logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Cîlda 2’yan a “Hemû Berhemên Fêrîkê Ûsiv” derket

Weşanên Lîs ku par bi navê “Hesretdefter, Hemû Berhemên Fêrîkê Ûsiv” pirtûkek weşandibû niha cîlda wê ya duyemîn jî amad

  • Dîrok: 16/05/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Lîs ku par bi navê “Hesretdefter, Hemû Berhemên Fêrîkê Ûsiv” pirtûkek weşandibû niha cîlda wê ya duyemîn jî amade kir û bi navê “Sûretsûfê, Cilda 2’yem a Hemû Berhemên Fêrîkê Ûsiv” weşand.

Pirtûk bi amadekariya  hevsera wî, Firîda Hecî Cewariyê û bi edîtoriya Kawa Nemir hatiye weşandin.
Sûretsûfê, cilda II. a hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd; helbest, kurteçîrok, laqirdî û piyesên wî bi xwe digire, yên ku wî di navbera salên 1971 û 1984’an de nivîsîne.
Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv, di 2’yê Sermaweza 1934’an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêwanê ji dayîk bû. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşiyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, tevî kurdên êzîdî ên din û Eermeniyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di nava xwezaya çiyayên Kurdan ên li aliyê Ermenistanê de derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta.
Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv, di 1955’an de, di Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan de dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kir. Heman salê, ku rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşiyan. Wî di sala 1960’î de enstîtu kuta kir. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêwanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kir. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961’ê de hate çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bû, rojekê girt hemû helbestên xwe yên çap bûyî û çap nebûyî giş şewitandin.
Bi hanedana Heciyê Cindiyê xezûrê xwe, di sala 1963’yan de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bû û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemîniyê wergirt. Wî di navbera salên 1963 û 1967’an de ji Avedîk Îsahakyan, Lermontov û Shakespeare berhem wergerandine Kurdî, di 1964’an de, pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê hate çapkirin, di 1967’an de jî ya bi navê Lîrîka.
Di 1968’an de, li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir. Di sala 1971’ê de, dastana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De, bi Rûsî hate weşandin. Di sala 1974’an de bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Dastana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973’yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977’an de çap bû. Du dastanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yesenîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandine Kurdî.
Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987’an de derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris geriya.
Di payîza 1996’an de, çû dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê Fêrîk êdî nexweş bû. Digel pêdagiriya malbatê, çû. Di 28’ê Avrêla 1997’an de, vegeriya Yêrêwanê, mala xwe. Lê nexweşiyê lê giran kir, Fêrîk di 1’ê Gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê Gulana 1997’an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêwana paytextê Ermenistanê kiras guhest û tevî karwanê nemirên Kurd bû. Li ser xwestina wî, Fêrîkê ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî hate veşartin.
Weşanxaneya Lîs, ku bi edîtoriya helbestkar û wergêr Kawa Nemir dike ku hemû berhemên bi kurdî yên hêja yên heyama Sovyetan ji nû ve amadeyî çapê bike.
Edîtor Nemir li ser Ûsiv wisa dibêje: “Hêjayî gotinê ye ku ji derçûna Hesretdefterê, cilda pêşîn a hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv û vir ve ye li ba xwendevanên kurd tiştê ku zelal dibe ew e ku Fêrîkê Ûsiv mezintirîn helbestkar û wergêrê kurd ê sedsala bîstemîn e û bi derçûna Sûretsûfêyê ve, cilda duyemîn a hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv, dê ev bîr û boçûn ji îro û pê ve hê qewîntir bibe.”
Wêjehezên kurd ku heta niha nekaribûn xwe bigihînin berhemên Ûsiv bi vê pirtûka niha hatiye derketin re dê bikaribin xwe bigihînin beşeke din a xebatên helbestvan û wergerê mezin Fêrîkê Ûsiv.

Sûretsûfê, Hemû Berhem, Cild II / Fêrîkê Ûsiv/ Amadekar: Firîda Hecî Cewarî
/ Helbest, kurteçîrok, laqirdî û piyes/  632 rûpel
 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Enstîtuya Kurdî qursa ji bo mamostetiya kurdî dest pê kir

ad

Nirxandina Werger û Berhemên Şanoyê

ad

Şaredara Ramallahê bû mêvana Amedê

ad

Finlanda wê piştgiriya Rojava bike

ad

Amedsporê ji Madagaskarê Rayan Raveloson transfer kir

ad

Fenerbahçe û Shakhtar Donetsk ji bo aştiyê dilîzin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname