Diyarname
Li Stenbolê di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de bi navê "Akademiya îsmaîl Beşîkçî ya Bihar 2024'an" xebatek li dar dikeve.
Di vê akademiyê de mijar "Di sedsala 19'an de (Pirsgirêka Ne)Nivîsandina Dîroka Kurdan" e. Yên bixwazin heta 1'ê meha pêşiya me dikarin serîlêdana xwe bikin.
Çalakî wê 6 hefteyan bidome ku her hefte derseke heye. Di dawiyê de yên 5 hefteyan beşdar bûbin dê sertîfîkayê bigirin.
Bi rêzê Sharo Garip, Alişan Akpinar, Can Şeker, Omer Tekdemir, Mehmet Rezan Ekinci û Nilay Ozok-Gundogan wê dersê bidin.
Ders her şemî saet di navbera 14.00-17.00'an de li dar dikevin.
Forma serîLêdanê:
https://www.ismailbesikcivakfi.org/etkinlikler/bahar-ve-guz-akademileri/ismail-besikci-akademisi-bahar-2024-basvurulari-basladi