logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Husên: Evîndarî û eşq di navbera min û rismê de çêbû

Dema hunermendek bi nasnameya xwe ya hunerî xuya be, lê bê nasnameyek kesayetî be, dema mirovek karibe bi sedan tabloyan

  • Dîrok: 29/09/2012
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn : Hozan Emîn

Dema hunermendek bi nasnameya xwe ya hunerî xuya be, lê bê nasnameyek kesayetî be, dema mirovek karibe bi sedan tabloyan biafirîne, û bi hizir û derbirîneka bi wate, û reng û dahênanekî bi hêz, wan berhem bîne. Me li Amedê seredana atoliya wî kir û ji bo ku mirov hunermend Ebdulxefûr Husên nas bike, ev hunermendê veşartî ku xwe naxe bin ronahî û bê deng karê xwe dike, divê mirov tabloyên wî bibîne; encax ew tablo pesnê xwe bidin. Me bi vê şûwekarê hunera suriyalîzmê Ebdulxefûr Husên kir.

- Bi kurtahî tu dikarî xwe bidî nasîn?
Ez ji dayikbûna bajarê Qamişlo sala 1964 me ; em biyanî çêbûn li ser xaka xwe û em bê nasname bûn, û niha jî ev 5 sal in ez li Amedê dijîm. Min dest bi kar û xebata hunerî li devera ez lê çêbûm û mezin bûm kir. Û min li Sûriyê û li Amedê gelek pêşengeh vekirine.

- Tu dikarî ji me re bêjî bê çi hişt ku tu bi risimîne, destpêka te çawa bû ?
Min hest dikir ku tiştekî gelek ciwan bi min re derdikeve, wexta min hin xêzik çêdikirin ; paşê me siruşta li dora xwe risimand. Her pêda çûm rismên min jî pêşde çûn, heya gihîşt min portre çêkirin. Min hest dikir tiştek min dikişîne û min bi xwe ve girê dide. Û evîndarî û eşq di navbera min û rismê de çêbû, êdî min nema dikarî xwe jê dûrbixim û ez pêve hatim girêdan.

- Ev tê wê wateyê ku ev hunera bi te re çêbû ji biçûkatiya de ye, ev tişt di giyana te xwe da der, te çawa ev dahênanî perwerde kir?
Ez bi xwe bûm dîsa, her tiştek min çêdikir, heza min jêre zêdetir dikir û min bêhtir pal dida nava cîhana hunera şêwekarî. Ev di gel pêwendiyên min bi birader û hunermendên devera me re wê deme û temaşekirina hunera şêwekarî ya dinyayê, bê guman ev jî mirov pêş de dibe. Her kesê ku li karê min dinerî han didam ku ez bi risimînim û tabloyên min dibû cihê sirincrakêşana birder û hevalan û derdora min ev jî dihişt ez hîn behtir bixebitim.

- Hunera te hilbijartiye ji nava cureyê hunera şêwekarî "Suryalî ye". Tê zanîn ku bê ev çiqas zehmet û ne hesan e mirov di tabloyên wê têbigihê, çima te ev şêwe tercih kir?
Min destpêkê siruşt û portre risimand, min hest dikir ev dikare têra min nake û min tiştin din dixwestin, tu dikare derbirînê ji ramanên xwe bi şêwakî din bike. Min hizir dikir ku gerek ez bi tiştekî zehmet û girantir hunera xwe derxînim. Ev dibe wekî mînak, pêşketina di nava helbestê de, ku bi demê re çêbû, çawa helbestvan karîbû xwe ji wan qeyd û girêdanên qafiyê û wezin xelas bike û helbesteke nûjen binivîse. Min hest dikir ev huner jî min bi sînor dike û min nedikarî hemî asoyên di hizir û bîrên xwe de pêkbînim di wê riyê de. Min xwest ez ji wî şêweyê derbirîna kilasîk xelas bibim û bi reng û cureyekî din kar bikim. Min xeyalên xwe di “Suriyalîzm”ê  de dîtin û min da nav û min hûrtir û kûrtir û dûrtir kir di avakirina tabloyê de û hilbijartina reng û wêneyan de. Û ez dixwazim ded û kulê civaka xwe bi wî rengî derxînim û belav bikim.

- Baş e ma gelo, çavê bîneran fêrî vê hunerê bûye, yan civaka me teqebûl dike?
Na ev cure huner zor û giran e, her kes nikare zû tê bighêje. Ji ber hunera suriyalî fireh e û vekiriye li ser her alî, ne wekî tu li tabloyekê ku gul û dar û siruşt tê de hebin, ev her kes dikare ji xwe re şirove bike, lê gereke mirov hinekî li gora civaka xwe jî tevbigere. Heger mirov tabloyên suriyalîst jî çêke gerek li gor radeya civakî wî bin. Tu dinêrî bê civaka ewropî gihîştiye çi radê, hunermendên wan tabloyên gelek zehmet çêdikin, lê rola hunermend jî ew e ku hindekî hewl bide civaka xwe jî rake û wan fêr bike ku tablo ne tenê ev tiştên ber çavan e. Lê wexta ku mirov hest bike ku ew şêwe nema derbirîne ji hestên wan dike, mirov pal dide li tiştin nû bigere. Ev di Ewropa de çêbû û di gelek qonaxan de derbas bûn, heya gihîştin vê radeyê û bi sedên salan dirêj kir.

- Ma tu dibînî ku hunermendek, xwe girê bide bi dibistanek hunerî , ma ev pêwîst e ta ku hunera xwe bi hêztir bike?
Na bê guman, mirovê ku bi vî karî radibe, li gora min girîng e ku nasnamayekê ji tiştê ku pêşkêş dike çêke, lê ev nayê wê wateyê ku tiştên dî çêneke, lê belê girîng e xwe bizanibe bê di çi riyê de ye û xwe di çi de dibîne.

- Em dixwazin di derbarê çalakiyên te de, hin agahiyan werbigrin, te çend pêşengeh vikirine û hwd?
Min li Sûriyê gelek kar dikir, min gelek tablo çêdikirin, û me gelek pêşengeh jî vedikirin, lê astengî hebûn ji hêla siyasî de. Wexta ku mere hest bi zilmê dike û civaka me ne azad be û rejîmek ku heza derhênanê yê nake û astengî ji me re çêdikirin û heta digotin ev erê yan ev na. Bê guman ev ji bona min cihê nexweşiyê bû. Hunermend gereke azad be û bê bend û qeyd kar bike, û ji aliyê aborî jî astengî hebûn. Min nezîkî 58 pêşengehan li Sûriyê bi tevahî vekirin jê 38 ê min bi xwe bûn û min 10 xelat jî wergirtine, yek jê di sala 2005’an min xelata yekemîn li ser astê Sûriyê wergirt. Paşê ez hatim Amedê ji bo ku ez karibim karê xwe hîn xurtir û mezintir lê bikim. Min 8 pêşengeh li vir jî vekirin lê min dît ev huner bala xelkê pir nakişîne. Ez hewl didim ku ez vê hunerê bidim dora xwe û belav bikim û dixwazim xelk bên û bibînin, pirsiyara ji min bikin li ser watavê tabloyê yan a dî. Min ji ber wisa komek ji xwe re çêkiriye ji 12 kesan pêk tê; ez wan fêr dikim, ji bo ew jî hindek din fêr bikin.

- Ji bo pêşerojê tu çi difikirî, tuyê çi bikî?
Ez hez dikim werim Herêma Kurdistanê û hunera xwe pêşkêş bikim. Ez dibihîzim tevger û liveke baş heye û gelek hol û cihên baş hene ji bo pêşengeha, û çalakiyên hunerî baş hene. Heger delîve hebe ji dezgeh yan çi aliyek pêwendîdar min dawetî wir bikin, ez bi kêfxweşî di gel tabloyên xwe amade me.

hozan_34@hotmail.com

 

Ji bo tabloyên Ebdulxefûr Husên binêrin:

Tablo-galerî 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Du hejmarên 'Kurt Tarîhî' yên dawî wekî PDF pêşkêş kirin

ad

Du wêneyên nû yên Ocalan hatin weşandin

ad

CHP'ê ji bo rakirina qedexeya kurdî pêşniyar da

ad

DYA 'Emê ji bo Hurşît Kulter lêkolînê bikin'

ad

Pirtûkên bi kurdî li 'Kadîn'ê ne

ad

Mîlyonek kesî li Amedê agirê Newrozê geş kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname