Diyarname
Berendamê Serokatiyê ya Partiya Demokrat Barack Obama û reqîba wî Hillary Clinton yekem car bi hev re bûn.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 4'ê sermawezê de dê hilbijartin pêk bê. Komarparêzan Cohn McCain wekî berendam nîşan dabîn, di aliyê Partiya Demokrat de jî Obama bi ser ketibû û bûbû berendam. Obama û pêşberendam Hillary Clinton bi mehan ji bo bibin berendamên Partiyên Demokratan bi hev re ketin qayişkêşanê. Di dawiyê de Obama bi ser ket û bû berendamê serokatiyê yê Partiya Demokratan. Û vê carê Obama û Clinton yekem car bi hev re derketin kampanyaya hilbijartinê û bi hev re ji bo Obamana alîkarî ji hilbijêran xwestin.
Obama û Clinton pêşî li balafirgeha Washingtonê haten cem hev û bi balafireke taybet çûn navçeya Unity ya li eyaleta New Hampshire û beşdarî kampanyaya hilbijartinê bûn.
Ji ber ku "Unity" di îngilîzî de tê wateya "yekîtî" bi taybetî wekî cihê yekem ê kampanyayê ev der hilbijartin.
Obama di axaftina xwe de da zanin ku ji bo wî û welat ew bi alîkariya serokê berê Bill Clinton û jina wî Hillary bawer e.
Fotoyê AFP'ê ji Yahooyê hatiye girtin