Diyarname
"Xadim" navê pirtûka nivîskar Selahattin Bulut e. "Xadim"a ku du sal berê bi kurdî hatibû weşandin niha ji bo tirkî hate wergerandin û weşandin.
“Xadim” çîroka kurdekî bi navê Jêhat e ku deh salan di girtîgehê de maye, bi îşkenceyên mezin re rû bi rû maye, di îşkenceyê de hatiye xadimkirin.
"Xadim" di sala 2008'an de ji Weşanên Avestayê derketibû niha ji aliyê Muhsin Kizilkaya ve ji bo tirkî hat wergerandin û pirtûk ji Weşanên Îttakî derket.
Pirtûka “Xadim”, bi derketina Jêhat ya ji girtîgehê dest pê dike, li mala wan didome û dema tê Stenbolê nexweşiya wî, bi gotineke din xadimbûna wî derdikeve holê, xwendevan bi vê nexweşiyê, bi tiştên ku hatine serê wî dihesin. Çîrok bi zimanekî sade û herikbar hatiye nivîsandin. Bêyî xwendevan li ciheke bieliqe, yan aciz bibe çîrok heta serî bi meraq diçe. Û dawiya çîrokê nîvco hatiye hiştin; dibe ku berê xwe bide çîrokek din di berhemeke din de.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Selahattin Bulut: Min xwest derdekî nehatiye vegotin bînim ziman
- Xadim
- Gotûbêjek tevî çîroknûs Selahattin Bulut
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


