Diyarname
Sîtavê 2 pirtûkên li ser dîroka kurdan ku her yek parçeyek dîroka kurdan ronî dike pêşkêş kirine. Yek li ser dîroka kevn a kurdan, ya din jî li ser Îhsan Nûrî Paşa ye.
"Dîroka Kevn a Kurdan"
Pirtûka "Dîroka Kevn a Kurdan" ji aliyê Ako Mihemet Mîrzadeyî ve hatiye nivîsandin. Ew di sala 1982'yan de li Helebçeyê hatiye dinê û niha li Ewropayê dijî. Pirtûka Mîrzadeyî ku bi soranî nivîsandibû nivîskar Mehmet Oncu wergerandiye tirkî û Sîtavê weşandiye.
Ako Mihemed Mîrzadeyî heta 4 hezar sal berî zayînê diçe û ji wê demê ve ber bi vî alî ve agahiyên li ser dîroka kurdan pêşkêş dike.
Ji navê "Kurd" ji ku heta heta têkçûna Medan hin agahiyên kevnare pêşkêş dike. "Sînorên nexşeya kurdan", "Şerên Med û Asûran", "Alên kevn ên kurdan", "Mîkariya kurdan", "Li cem kurdên berê mohr" û gelek xalên bi vî rengî di pirtûkê de cih digirin.
Ji bo navê kurdan ji ku hatiye nivîskar wisa gotiye, "Berî Mîladê bi 4 hezar salî Sumeran berî ku nivîsê bibînin ji bo ew çiya û derdora wan çiyayan ku welatê kurdan bû navê kurd bikar anîn. Kurd ji bo gelê li wê derê dijiya dihat bikaranîn. Paşê Berî Mîladê 3300 û 3200'an de dema nivîs dîtin peyva 'Kurd' li tabletan kolandin û ev gotin ji gotinê ket nava nivîsê. Di serî de Sumeran di nivîsên xwe de peyva 'Kurd' ji dêvla 'Welatê Kurdan' bi çend cureyî bikar aniye." Nivîskar piştî vê gotinê peyva kurd ku bi şiklê nivîsî çawa hatiye bikananîn ew şikil pêşkêş kiriye. Nivîskar piştî wan şiklan pêşkêş dike dibêje, "Navê kurdan di ziman a zaravayên sumeran de ji du peyvan pêk dihat 'kur+tî'; ji van peyvan 'Kur' navê cihê bi cih û war bûne, 'tî' jî ji bo kesên li wê herêmê jiyane bikar aniye ku wateya 'ji wir' lê hatiye bikaranîn. Sumena bi 'Kurd' hemû eşîrên li Zagros û Çiyayên Torosê dijiyan nîşan dane.
Di pirtûka 592 rûpelî de gelek agahiyên cur bi cur hene. Di beşa sînorên kurdan de jî ji Zagrosan digire heta Behra Sipî dibe. Di dawiya pirtûkê de navê çavkaniyên ku jê sûde girtiye jî eşkere kiriye ku ev beşa çavkaniyan ji 30 rûpelî pêk tê.
"General Îhsan Nûrî Paşa"
Pirtûka din a li ser dîrokê ku Sîtavê weşandiye bi navê "General Îhsan Nûrî Paşa" ye ku bi tirkî çapa wê ya sêyemîn hatiye weşandin.
Pirtûka ku Rehîm Şînoyî Mahmutzade bi farisî nivîsandibû Îbrahîm Sungur ji farisî wergerandiye tirkî.
Dema Îhsan Nûrî Paşa piştî serhildana Agirî li Tehrana Îranê dimîne nivîskar Rehîm Şînoyî Mahmutzade hê biçûk e û diçe cem Îhsan Nûrî Paşa û Xanima wî. Yê wan jî zarokên wan tune ne, loma jî bi gotina "Rehîm Kurê Min" bangî wî dikin. Nivîskar bi salan her diçe cem wan û paşê ji tiştên ji devê wan bihîstine, tomar kirine, pirtûkê dinivîse. Di destpêka pirtûtkê de hin tiştên Îhsan Nûrî Paşa wekî "Jînenîgariya Min" nivîsîne jî hatine bi cih kirine.
General Îhsan Nûrî Paşa di sala 1892'yan de li Bedlîsê hatiye dinê. Di sala 1910'an de piştî xwendina wî xelas dibe di nav artêşa osmanî de dibe sûbay. Pirtûk ligel jiyana Îhsan Nûrî Paşa, bûyerên wê serdemê jî derdixe ronahiyê.
Di dawiya pirtûkê de hin wêneyên Îhsan Nûrî Paşa, Mele Mistefa Barzanî jî hatine pêşkêş kirin.
- Eskî Kurt Tarîhî (Dîroka Kevn a Kurdan) / Ako Mihemed Mîrzadeyî / Wergera ji bo tirkî: Mehmet Oncu / 592 rûpel / 2020
- General İhsan Nuri Paşa / Rehim Şinoyi Mahmutzade / Wergera ji farisî İbrahim Sungur
**
Nûçeyeke Eleqedar:
- Pirtûkek nû li ser Komara Kurdistanê derket
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.