logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ji Kawa Nemir “Bêdengî û Tiştên Din”

Helbestvan Kawa Nemir vê carê pirtûka xwe ya helbestan a nû bi navê “Bêdengî û Tiştên Din” derxist. Pirtûka ku ji Weşanê

  • Dîrok: 22/03/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Helbestvan Kawa Nemir vê carê pirtûka xwe ya helbestan a nû bi navê “Bêdengî û Tiştên Din” derxist. Pirtûka ku ji Weşanên Lîs derketiye helbestên nû yên Kawa Nemir têde cih digirin.

Bêdengî û Tiştên Din, çaremîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê “Selpakfiroş” (Rewşen-Name, 2003), “Bîşenga Deşta Dûr” (Lîs, 2006) û “Salname” (Lîs, 2009) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê “Çavdêriyên Barbarekî” (Lîs, 2009) ye. Her wiha Nemir heta pirtûkên helbestvanên wekî William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare û Emily Dickinson wergerandine kurdî.
Kawa Nemir ku wekî helbestvan, wergêr û edîtorekî kar û barê xwe yên nivîsê didomîne, di warê helbestê di nav helbesta kurdî de xwedî ciheke taybet e. Nemir di vê qadê de heta niha bi wergera nêzî 6 hezar helbestan û nivîsandina gelek metnên din cihê xwe qewîm kiriye û xebatên xwe yên di wanê nivîsê, bi taybetî jî helbestê de didomîne. “Bêdengî û Tiştên Din” jî xebata wî ya dawî ye ku di vî warî de derketiye
Kawa Nemir, li gorî ku her helbesteke tê de ji xwe re cî peyda kirî dihêle ku xwendevan hest pê bike, ji bo helbesta Kawa Nemir bi xwe werçerxek û çivangehek e, ku nîşaneyan dide wekî helbestkar ê di derîne di vê pirtûkê de vekirî hiştî re derbas bibe û di pirtûkên xwe yên bê de xwe li helbestine dirêjtir û zimanzehmettir biceribîne. Helbesta ku ji vê pirtûkê re bûye nav;   

Bêdengî û Tiştên Din

Weku ji nava mija rohn de biaxive,
“Ji te çûyîna min dê odeya kuna aramiyê
bihêle ji te re,” gotibû wî.

Lê jinik şewla manolyayê ye, maye
li berseriya nivînê ku nivistiye maye.
Perde dikişine deryaya ku bi kulan dixulxule.

“Wa ye wiha dişuxule siya deryagerê min,
ê çavşîn, li qorziyên gewdeyê min ê şûm.”

Li hundirê koşka ku li banê wê dixwîne bûm.

Ji vê helbestê jî diyar e ku Kawa Nemir hê jî bi giranî bi mijareke xwe ya sereke berdewam e, bi her helbesteke xwe re, bi dengekî aram, lê bi nedîbariya xwe ve hêl û bilind, “tiştên din” di gerdûna fireh de li “bêdengî”yê zêde dike.

Bêdengî û Tiştên Din/ Kawa Nemir / Helbest / 110 rûpel

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rapora Meclisa Almanyayê: Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye

ad

Bavê Alan Kurdî dixwaze penaberan ji deryayê rizgar bike

ad

Wêneyê hefteyê: Şahiya Kolektîfa Hêkan

ad

Ev der Berçelan e!

ad

'Mêvana Rûmetê' Latife Tekin e

ad

Vaye 'Xweşika Ser Rûyê Dinê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname