Diyarname
Weşanên Lîs xebatên çapkirina pirtûkên kurdî didomîne. Niha emê 5 romanên Lîsê yên dawî ku derketin derxin pêş. Ji van 4 yên bi kurdî hatine nivîsandin, yek jê ji tirkî bo kurkî hatiye wergerandin. Ev her 5 mehên dawî yên 2025'an derketine.
Va ne ew roman:
'BAZIRGANÊ XEYALAN'
Romana Bazirganê Xeyalan ji aliyê Yildiz Çakar ve hatiye nivîsandin. Zekerîya bi xeyala dewlemendbûnê, hemû erdê bavê xwe yê mayî difiroşe. Xeyala wî ya herî mezin dewlemendbûn e. Ji bo vê yekê jî xencera bavê wî wekî sembolekê di destê wî de ye û di hişê wî de jî çîroka lehengî ya Elîyê Qumarbaz heye ku wan ji xwe re wekî rêbername dibîne. Lê gelo Zekerîya dikare bi çîrokên kesên din û bi sozên vala pêşerojekê ji xwe û ji malbata xwe re ava bike an ew ê jîyanê bike qurbana qumarê? Romana Yildiz Çakar, Bazirganê Xeyalan, çîrokeke folklorîk û rastîya jîyana îroyîn li hev dihûne.
'DI NAVBERA DU BANERMAN DE'
Di Navbera Du Banerman De romana Mehmet Veysi Boran e ku ji aliyê Feratê Dengizî ve ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin. Mehmet Veysi Boran, çîrokeke li pênc nifşên malbatekê belav bûye vedibêje ku ev malbat ji ber ku di navbera koçberî, mirin, tenêbûn, baweriyên batinî, şîn û felaketên mezin de asê maye ker bûye. "Di Navbera Du Banerman De" romana hesabdîtina ji dil û bi dilovanî ya bi rabirdûyê re ye.
'JAN'
'Jan' Romana Îlhamî sîdar e. Salên 90’î. Piştî derbeya leşkerê ya Rezbera 80’yî. Li Amedê, li derdora dersxaneyekê berfirehbûna bûyerine nasyar. Jiyana rojane a Selîm, Wedat, Gulîstan, Perîxan û hinên din çawa nola hemû hemwelatiyên Amedê bi awayekî xwezayî dawiya dawî dibe armanca rêxistinên tarî. Destêwerdana sîxûrên ku yek ji endamên van hêzên tarî ne çawa hêdî hêdî qesta jiyana wan dikin.
Ligel ew qas wêranî, derbiderî, êş û janên giran dilsozîya karakteran bi helbest, roman û çîrokê re. Di "Jan"ê de janeke zirav, giran û bi qandî barê dîrokeke ku hatiye qedexekirin biêş heye.
'LI GELIYÊ GOYANÊ ROMAN LI DIYARBEKIRÊ ŞIÎR'
"Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr" romana Tahir Taninha ye.
Gelo serhatiyên rewşenbîr, nivîskar, helbestvan an bi awayekî giştî ramyarên kurd qeder e an trajediyên neguherbar in? Nivîskar Tahir Taninha bi awayekî ji awayan dide dû van pirsên dîrokî. Du çîrokên ku di romanê de paralelî hev dimeşin hinekî jî bersivên pirsên jorîn in.
Nivîskar xwendevanan dibe dîrokên cuda û tîne roja îro. Salên 2015-2019’an wekî salên 1924-1925’an hin dîrokên girîng in di bîra civaka kurd de. Roman li ser van dîrokan dimeşe.
'ŞIYARÎ XWE BE'
'Şiyarî Xwe Be' romana Îbrahîm Xort. Şîyarî Xwe Be, parçeyekî ji qonaxa salên 1990’î ye. Wekî şahid ku piranîya me wan rojan hîn jî dijîn. Îbrahîm Xort romana xwe de, derûnîya civakê, di şexsê mamosteyekî kurd de ku bi yê ne kurd re berawirdî dike, rewşa sosyolojî, bawerî, zilm, asîmîlasyon û serûbinbûna heyînên civakî, bi awayekî nîşandana rastîya her du alîyan li ber xwendevan radixe.
**

- Bazirganê Xeyalan / Yildiz Çakar / Lîs / Roman / 2025 / 274 rûpel
- Di Navbera Du Banerman De / Mehmet Veysi Boran / Wergera tirkî Feratê Dengizî / Lîs / Roman / 2025/ 110 rûpel
- Jan / Îlhamî Sîdar / Lîs /Roman / 2025/ 146 rûpel
- Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr / Tahir Taninha / Lîs / Roman / 2025 / 128 rûpele
- Şîyarî Xwe Be / Îbrahîm Xort / Lîs / Roman / 2025 / 140 rûpel


