Diyarname
BDP'ê û KCK'ê ji bo wefata helbestvan û nivîskar Arjen Arî peyama sersaxiyê weşand.
BDP'ê di peyama xwe de xemgîniya xwe ya li ser wefata Arî anî ziman û wisa got: "Arî hem bi helbestên xwe, hem bi keda xwe ya ji bo wêjeya kurdî, hem jî bi nivîsên xwe yên di Azadiya Welat de ked daye têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê kurd. Ariyê hêja bi berhemên ku bi zimanê xwe yê zikmakî li dû xwe hiştine dê bi humet bê bibîranîn. Em ji bo wî ji Xwedê rehmê, ji bo malbat û hevalên wî jî sersaxiyê dixwazin. Emê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyandin."
Serokatiya Konseya Rêveberiya KCK'ê jî Arjen Arî wekî "Kedkarê ziman û wêjeya kurdî" bi nav kir, got ku ew li hemberî komkujiya çandî wekî mîlîtanek tevgeriya ye û di asta rewşenbîr û welatparêzî de bûye mînakek.
KCK'ê got ku wî di nav têkoşîna li Kurdistanê de li hemberî komkujiya çandî cih girtiye û ji bo malbat û dostên wî sersaxî xwest.
Nûçeyên eleqedar:
- Arjen Arî: Ev derî deriyeke ku bi sê mifteyan vedibe
- Helbestvan Arjen Arî wefat kir