logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in

  • Dîrok: 18/10/2019
  • Beş: Nûçe

Her ku agahiyên muhîm tên ev nûçe tê nûkirin:

18.00: Macron, Merkel û Johnson dê ligel Erdogar hevdîtinê çêbikin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava wekî dînîtî bi nav kir û got: "Ger DAIŞ carek din zindî bibe berpirs Tirkiyey ye."

Macron got ku em wekî Ewropa ji bo Tirkiyeyê bînin nav pozîsyoneke maqûl bi hev re kar dikin û got: "Li ser Tirkiyeyê me biryareke hevbeş girt. Em çekfirotina ji bo Tirkiyeyê da rawestandin. Ligel Merkel (Serokwezîra Almanyayê) û Johnson (Serokwezîrê Îngilistanê) me biryar da ku di hefteyên pêş de ligel Serokomar Erdogan hevdîtinê çêbikin. Îhtîmal e li Londonê emê hevdîtinê çêbikin."
Macron di heman demê de got ku welatên Rojava û NATO'yê ev qeyran xirab bi rê ve bir û kurdên me yên mutefîk nîvê rêde hiştin ku ev yek dê bibe sedem ku em li qadê şirîkên ligel me şer bidin peyda nekin.


16.00: Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in

Serokomarê Çekyayê Milos Zeman di televîzyonek de axivî got: "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kurdah wekî 'terorîst' bi nav dike lê ez wisa nafikirin. Berevajî vê ez her jixwe dipirsim yên ku êrîşê kurdan dikin, siyasetmedara jin a kurd kuştin, wekî hovan mirovan dikujin terorîstin an na."

Zeman diyar kir ku DYA û YE'yê li hemberî kurdan îxanet kir û got: "Dema pêdiviya me bi wan ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê hebû me ew rûmetdar kirin û niha em pişta xwe didin wan."

15.00: Tusk: Hevdîtina Pence-Erdogan ne li gor ev daxwazên me ye.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk û Serokê Komîsyona YE'yê Jean-Claude Juncker berî peywira wan bi dawî bibe cara dawî ligel rêberên Ewropayê hatin ba hev. Tusk li ser pirsek wisa got: "Li ser Tirkiyeyê ez naxwazim xirecirê zêdetir bikim an jî xirecirên nû derxim holê. Rewşa niha ya di navbera Tirkiye û YE'yê de ne xweş e. Em bên ser qaşo aştiyê, ez ne li benda vê bûm. Jixwe ev ne şerawestin e jî, bi vê dixwazin kurd çekan berdin. Divê em bi biryar bin. Em banga xwe ji bo Tirkiyeyê nû dikin ku bila operasyonê bi temamî bide sekinandin, leşkerên xwe bi paş ve bikişîne û li gor hiqûqa navneteweyî ya mirovî tevbigere. Hevdîtina Pence-Erdogan ne li gor ev daxwazên me ye."

14.00: Sedî 61'ê amerîkî: Divê em kurdan biparêzin

Rojnameya USA Today û Kompaniya Lêkolînê Ipsosê bi hev re lêkolînek çêkir. Li gor lêkolînê sedî 54'ê gelê li DYA'yê difikirin ku bi biryara Trump a vekişîna leşkeran ji Sûriyeyê îtîbara DYA'yê xira bûye. Sedî 61'ê gelê DYA'yê baweriya wan e ew e ku divê DYA kurdan biparêze.

Lêkolîn rojên 16-17'ê mehê ligel 380 Demokrat, 413 Koparparêz, 112 Serbixwe bi temamî ligel 1006 hilbijêrî hatiye çêkirin û para xetayê sedî 3.5 hatiye qebûlkirin.

13.00: Rêberên YE'yê: Tirkiye bila operasyonê rawestîne

Rêberên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê hatin ba hev û di dawiya hevdîtinê de danezanek belav kirin. Têde wisa gotin: "YE tevgera leşkerî ya yek alî a Tirkiyeyê ya li hemberî bakurê rojhilatê Sûriyeyê şermezar dike. Ev tevger ewlehiya YE'yê û têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê tehdîd dike.

Rêberên YE'yê wisa got: "Em dîsa bang dikin ku Tirkiye dest ji operasyonê berde, leşkerên xwe bi paş ve bikişîne û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em biryara rawestandina çekan a Konseyê ku di 14'ê mehê de hatibû girtin bibîr dixin.

09.30: Senator Murphy: Bi vê biryarê kurd bi tenê hatin hiştin

Li ser biryara di navbera Tirkiye û DYA'yê ya li ser Rojava de Senatorê Connecticutê Chris Murphy ji ser twittera xwe re wisa nivîsî: "Bi sernavê nexapin, peymanê bixwînin. Ev teslîmbûn e. Navbera dane şer ji bo kurd ji ser axa xwe veqetinin e. Ma aliyê wê yê muhîm ew e ku dema Trumpî kurd xapandin destûr dide ku 120 saet li kurdan nedin? Vê peymanê kiriye ku Tirkiye demek dirêj axa kurdan dagir bike."

09.15: Şaban: Ev dagirkirin e

Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad a bi navê Buseyna Şaban ji bo televîzyona al-Mayadeen axiviye û meseleya "herêma bi ewle" wekî "dagirkirin" bi nav kiriye.

 

 **

Nûçeyên Eleqedar:

- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek 

- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)

- Volkswagenê jî biryara xwe guhart 

- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be 

- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an) 

- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye 

- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir 

- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an) 

- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze 

- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje 

- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir 

- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan) 

- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine 

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir    

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Edeneyê 'Nuh Tepesî' bi ser ket

ad

Twittera rojnameya Xwebûnê ji nû ve vebû

ad

DEM Partî li ser zimanê kurdî daxuyanî da (bi kurmancî û kirmanckî)

ad

HDP'ê tabloyê Kawayê Hesinkar diyarî Îmamoglu kir

ad

2'yemîn Festîvala Hewlêrê tê lidarxistin

ad

Çend gotin li ser erdheja Stenbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname