logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e
  2. Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê
  3. Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn
  4. 5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye
  5. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
news-details

Du berhemên nû bersiva pirsa 'Xweseriya Demokratîk' didin!

Van salên dawî rojeva kurdên Bakur bi meseleya "Xweseriya Demokratîk" dagirtiye. Kurd wekî statu Xweseriya Demokratîk d

  • Dîrok: 02/04/2015
  • Beş: Berhem

Diyarname

Van salên  dawî rojeva kurdên Bakur bi meseleya "Xweseriya Demokratîk" dagirtiye. Kurd wekî statu Xweseriya Demokratîk dixwazin, lê çi ye ev model? Niha du berhem bersiva vê pirsê didin.

Yek ji wan berheman pirtûka Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê BDP'ê Demîr Çelîk ku bi navê "Demokratîk Ozerklîk ve Oz Yonetîm" (Xweseriya Demokratîk û Xebirêvebirin) hatiye weşandin û pirtîka din jî ya Hevşaredarê Îpekyoluya Wanê Veysel Keser e ku bi navê "Kurtler, Yerel idareleri ve Ozerklik" (Kurd, Rêveberiyên Herîm û Xweserî) hatiye weşandin. Her du pirtûk jî ji Weşanên Do derketine.

Tevgera Bakur di van salên dawî de ji bo kurdan li çar parçeyan qala xwe bi rê ve birinê dike. Ev xwebirêvebirin ne wekî dewlet lê li nav sînorên dewletê de bi serê xxwe biryar dayîn, xwe bi rê ve birin... Tevgera Bakur bi taybetî jî ji bo Bakur ji Tirkiyeyê dixwaze ku Tirkiye Zagona Bingehîn biguherîne, xweseriyê bide kurdan. Ew dixwaze kurd ji bikaranîna çavkaniyên xwezayî heta perwerdehî, ji tenduristî heta hawirê, heta çandê raye ji rêveberiya navendî bêne girtin û wan teslîmê rêveberiyên herêmî bêne kirin. Tevgera Bakur dixwaze ev di çarçoveya Zagona Bingehîn de bêne qebûlkirin. Her wiha ew vê modelê ji bo hemû Tirkiyeyê dixawze û dixwaze Tirkiye li 20-25 herêman bê belavkirin.

Meseleya xweseriyê piştî belavbûna Osmanî û bi avabûna Komara Tirkiyeyê re jî ketibû rojevê. Ataturk di hevpeyvîna ku dabû rojnamegeran de qala xweseriya kurdan kiribû. Her wiha her tê gotin ku di 10.02.1922'yan de Meclisa Tirkiyeyê zagoneke ku xweseriyê dide Kurdistanê qebûl kiriye û ev zagon ji 18 xalan pêk dihat, lê ev zagon û ev xal qet neketin jiyanê.

Di vê sedsala 21'ê de mesele dîsa hatiye bi xweseriyê ve hatiya girêdan. Di vê serdemê de Tevgera Bakur ev xwebirêvebirin wekî "Xweseriya Demokratîk" bi nav kiriye. Wê çaxê çi ye ev Xweseriya Demokratîk? Niha du pirtûk dikin ku bibin bersiv.

Xalên xweseriyê

Demîr Çelîk  niha mebûsê HDP'ê ye. Ew bi salan ji Rêveberiyên Herêmî Berpirs, Cîgerê Serokê Giştî yê DBP'ê bû. Li ser vê rêveberiyê ders da gelek şaredaran, li ser modelê nirxandin û nîqaş kir. Çelîk niha li ser vê modelê pirtûkek amade kir û pirtûk ji Weşanên Do derket. Çelîk qala modelên li welatên din ên wekî Belçîka, Hindistan, Afrîkaya Başûr, îtalya, Moldova û hwd. çêbûne jî disekine û paşê tê ser modela Xweseriya Demokratîk a ku ew dixwazin û vê rave dike. Pirtûk ji aliyê çandî, aborî, ekolojî, hiqûq, dîplomasî û xweparastinê ve jî nirxandinê pêşkêş dike.


Ji têkiliyê kurd û tirkan heta xweserî

Pirtûka din ku li ber dest e û li ser xweseriyê ye ya Şaredar Veysel Keser e. Keser ji modelan heta têkiliya kurd û tirkan a serdemên berê, ji serhildanên kurdan heta niha, heta modela Kantonên Rojava, eniya pirtûkê hinek fireh kiriye. Mirov dikare vê pirtûkê hem wekî pirtûkek li ser dîroka kurdan hem pirtûka bersivê dide modelek çawa bibîne.

Çelîk jî Keser jî ji şaredarî tên. Her duyan jî serê xwe bi meseleya xwebirêvebirinê re êşandiye û di dawiyê de ev her du pirtûk pêşkêş kirine. Bi kurtahî herdu pirtûkên niha li ber dest in ku her du jî bi tirkî hatine nivîsîn bersiva pirsên xweseriyeke çawa didin. Di vê serdema ku meseleya xweseriyê didome û dê hê bidome de her du pirtûk dikin ku ji aliyê xwe ve ji bo pirsan bibin bersiv.

Demîr Çelîk kî ye?

Ew roja 21.12.1959'an ed li Gimgima Mûşê hatiye dinê. Li Zanîngeha Hacettepeya Enqereyê Fakulteya Dermankarî xwendiye. Di navbera 2008-2010'an de Serokatiya Giştî ya BDP'ê kiriye. Çelîk di navbera 2004-2009'an de Şaredariya Vartoyê kir. Di sala 2011'an de ji Mûşê wekî mebûs hat hilbijartin. Ew hê mebûsê HDP'ê ye.

Veysel Keser kî ye?

Ew di sala 1971'ê de hatiye dinê. Li Hacettepeyê Beşa Hunerên Bedew xwendiye. Di DEHAP, Ozgur Partî, DTP, BDP'ê de kar kiriye. Di sala 2012'yan de ji "Dozên KCK'ê" hatiye girtin. Ew di 30'ê adara 2014'an de li Îpekyoluya Wanê wekî Hevşaredarê Îpekyolu hatiye hilbijartin.

 

 

**

 

REKLAM

 

'Tîroj'ek nû derket

  

"Ji Osmanî heta Komarê Dêrsim"

 

Parve Bike

Youtube Me

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Polîsan kurdekî din jî kuştin

ad

Fotoyê rojê: Sûrên Amedê ronî bûn

ad

Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira

ad

Nivîskar Helîm Yûsiv dê bibe mêvanê sê bajarên kurdan

ad

Ji ber honandina por ceza li Amedsporê birîn

ad

Hin kesan êrîşî Yeqîn H. kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

  • 20 10 2026
news

Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê

  • 20 10 2026
news

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

  • 20 10 2026
news

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

  • 20 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname