Cemil Oguz
Sal 1974: Li Fransayê kampanyeyeke hilbijartinê. Li hemberî Mitterand Giscart d'Estaing bi ser dikeve. Û belgefîlmê ku li ser wê hilbijartinê hatiye kişandin tê qedexekirin. Belgefîlmê derhêner Raymond Depardon "1974, Kampanyayeke Hilbijartinê" kîteyan ji hilbijartina ku hatiye bi dest xistin pêşkêş dike.
Wezîrê Maliyeyê Valéry Marie René Giscard d'Estaing ku bi navê Giscard d'Estaing tê nasîn li Fransayê di sala 1974'an de ji bo serokomariyê berendamtiya xwe eşkere dike. Dema berendamtiya xwe eşkere dike li nav raya giştî xwedî sedî 25 piştgiriyê ye.
Li hemberî berendamê rastgiran Giscard d'Estaing berendamê hêzdar ê çepgiran Mitterrand hebû. Di tûra yekem a hilbijartinê de Mitterand bi sedî 44'ê dengan dibe yekem û Giscard d'Estaing jî sedî 33 digire. Bi vi awayî di tûra duyem de her du dê bi hev re bikevin hilbijartinê.
Di tûra duyema a hilbijartinê ku di gulana 1974'an de li dar ket de Mitterand sedî 49.1 deng girt, Giscard d'Estaing jî sedî 50.9 girt û bû serokomar.
Giscard d'Estaing ku heta sala 1981'ê Serokomariya Fransayê kir, di wê salê di vê carê li hemberî Mitterand têk çû.
Niha belgefîlmê bi navê "1974, Une Partie De Campagne / 1974, Kampanyayeke Hilbijartinê" ku bû mêvanê 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hilbijartina 1974'an dîsa anî rojevê.
Di dema ku li Tirkiyeyê mirov hê nû ji hilbijartinê derketine de lêtemaşekirina kîteyên hilbijartineke cihê, dîtina xebateke cihê ya hilbijartinê, bi destxistina agahiyên cihêrgn herhal girîng e ji bo hilbijartinên ku bên. Belgefîlmê "1974, Kampanyayeke Hilbijartinê" jî van mînakan pêşkêş dike.
Derhêner Raymond Depardon dema yekem belgefîlmê xwe "1974, Kampanyayeke Hilbijartinê" kişand hem bisiûd bû, hem jî bêsiûd. Wezîrê Maliyeyê yê Fransayê yê wê demê Giscard d'Estaing ji bo kampanyaya hilbijartinê bişopîne bi derhêner Depardon re li hev dike. Depardon wekî siya wî d'Estaing û kampanyaya wî dişopîne,wan kêliyan qeyd dike. Giscard d'Estaing ji bo 7 salan li ser kursiya serokomariyê de rûnê bi ser dikeve lê belgefîlmê derhêner Raymond bîst û heşt salan tê qedexekirin û encax di sala 2002'yan de dikare bê nîşandayîn.
Giscard d'Estaing bi kampanyayeke mezin dest bi xebatên xwe dike. Diçe her bajar û navçeyê: her wiha roja xwe ya dawî ya kampanyayê li gundekê derbas dike. Ew der barê berendamên din de xeber nade, dema li ser berendamên din tiştek jê tê pirsîn bi vî awayî bersivê dide: "Berendamên din min eleqedar nakin. Dema ez li zanîngehê di ezmûnê de bûm tenê ez ji qaxizê xwe berpirsiyar bûm."
Giscard d'Estaing her kêliya xwe dinirxîne, qet vala nasekine; her di nava gel de ye; li rê, li balafirgehê, li otobusê her bi cîgirên xwe re li ser rewşe nirşandinê dike, li rêyên dû digire, li çapemeniya nivîskî dinêre, ji çapemeniya dîtbarî sûdeyê digire.
Ji bo kesên beşdarî kampanyayeke hilbijartinê bûbûn yan nebûbîn ger bixwazin li tecrubeyên cihê binêrin belgefîlmê "1974, Kampanyayeke Hilbijartinê" mînakek baş e. Belgefîlmê derhêner Raymond Depardon di 11 û 14'ê mehê de hat nîşandayîn.
Kunyeya fîlm:
1974, UNE PARTIE DE CAMPAGNE
Derhêner: Raymond Depardon
Lîstikvan: Valéry Giscard d'Estaing, Charles Aznavour, Jacques Chirac, Philippe Clay
Ziman: Fransizî
Fransa, 1974, 35 mm / Rengîn/ 90 deqe
***
Nûçeyên din ên li ser 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê:
- John Malkovich xelata xwe girt
- Dersên ku ji "50 mirovên mirî" bêne girtin
- Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir
- Bilêtên fîlman li benda we ne
- Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû