Diyarname
Li ser banga Hevserokên HDP û DBP'ê îro gelê Amedê ber bi Sûrê ve dest bi meşê kir. Polîsên dewleta Tirkiyeyê êrîşê gel kir. Kurdekî ji Licêya Amedê bi navê Muhsin Maltaş ji ber gelek di bin bandora gaza çavsotîner de ma qeyrana dil derbas kir û wefat kir.
Ji 2'yê meha berfanbarê ve ev 90 roj in li Sûrê şer û pevçûn heye û di van rojên dawî de gelek sivîl di jêrzemînan de tî û birçî, hin jê birîndar li benda alîkariyê ne. Dewlet bi tu awayî nahêle heyetek heye sivîlan bigire û veger. Îro ji bo şikandina dorpêça Sûrê ji her derê Amedê gel ber bi sûrê ve ket meşê. Li ser her kuçeyê polîsan êrîşê gel kir; carinan bi ava ji panzêran bi ser wan de weşand, carinan bi gaza çavsotîner. Û gelek kuçe û kolanên Amedê di bin gazê de man.
Di encamê de kurdekî bi navê Muhsin Maltaş ku ji Licêya Amedê ye, ji ber gazê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li gor agahiyên ku hatin heta niha polîsan 34 kes girtine bi n çavan.
Di vê navberê de DÎHA'yê ragihand ku ji bo girtina birîndaran ambûlansek ketiye nava Sûrê. Ajans dibêje ku ambûlansê pitik Elif Su jî di nav de çend birîndar girtin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Demîrtaş: Bila Wezîrê Karên Hundir hedê xwe zanibe