400 kesên naskirî bi hev re ji bo rojnameya Le Monde ya Fransî gotareke nivîsîn. Di gotara rojnameyê belav kir de wan daxwaza parastina Rojava kir.
Yekîtiya Ewropayê di destpêka meha rêbendana 2026'an de qebûl kir ku 620 mîlyon euro alîkarî bide rejîma Şamê. Zêdeyî 400 kesayetên naskirî îmze avêtin bin gotara ku di Le Mondeyê de weşandin. Wan bang kir ku ji bo berjewendiyên aborî û jeopolîtîk mafên gelan neyên fedakirin û gotin: “Em qebûl nakin ku rêveberên me aliyê desthilatdariyeke xeter bigirin, em qebûl nakin ku çalakiyên ji bo piştgiriya Kurdan bitepisînin.”
Kesên îmzeya wan li gotarê xwestin korîdora mirovî ya ji bo Kobanî bê vekirin.
Di gotarê de diyar kirin ku Rojava û projeya wê ya siyasî rû bi rûyê êrîşên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ye û destnîşan kirin ku hikûmeta Ehmed El-Şera komareke navendî û antîdemokratîk diparêze.
Gotar balê dikişîne ser rêbaza Sûriyeyek demokratîk û nenavendî û dibêje, “Ji 6'ê rêbendanê û vir ve hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîş bir ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û piştre yekser berê xwe da Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava du hefteyan de bi dehan sivîl di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, mal û binesaziyên sivîl hatin hedefgirtin, piranî jê Kurd bi deh hezaran kes bi zorê ji cihên xwe hatin kirin. Gelek sivîl û şervanên jin û mêr bi rengekî derhiqûqî ji aliyê milîsên Îslamî ve hatin kuştin yan jî serê wan hate jêkirin.”
Di meqaleyê de hate ragihandin ku agirbesta ku 20ê Çileyê hate ragihandin, ji aliyê hikûmeta demkî ve hate binpêkirin û ev tişt hate gotin, “HSDê di têkoşîna li dijî DAIŞê de zêdeyî 12 hezar windahî dan û ji ber vê tevkariya xwe heya niha ji piştgiriya DYAyê ya di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de sûd wergirtiye. Lê belê ev piştgirî roja sêşemê bi dawî bû, HSD car din tenê hate hiştin. Nûnerê taybet ê DYAyê Tom Barrack di daxuyaniyeke xwe de berpirsyariya têkoşîna li dijî DAIŞê dewrî hikûmeta Sûriyeyê kiriye; lê di rojên dawî de bi sedan girtî ji aliyê hêzên vê hikûmetê ve hatin berdan.
Tundiya li dijî Rêveberiya Xweser û Kurdan mixabin nû nîne. Di meha Adara 2025an de bi hinceta ku kadroyên rejîma Esad a berê rabûne serhildanê, hêzên hikûmetê li dijî civakên Elewî komkujî pêk anîn, ev êrîş di tevahiya salê de dom kirin. Di meha Tîrmehê de jî civakên Durzî bûn hedefa êrîşên dijwar. Ev polîtîka û komkujiyên li dijî komên etnîk û olî, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
Kesên gotar îmze kirine ragihandine ku Yekîtiya Ewropayê ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê 620 milyon euro pere daye hikûmeta Sûriyeyê û got, “Neteweyên Yekbûyî û dewletên endam divê garantî bike ku korîdora mirovî ya ji bo bajarê Kobanî were dabînkirin ji bo av û elektrîkê ya ji bo wir were garantîkirin.”
Van kesan gotar bi hev re amade kirine:
Gilbert Mitterrand – Serokê Weqfa Danielle Mitterrand
Olivier Faure – Parlamenterê Seine-et-Marne
Grégory Doucet – Serokê Şaredariya Lyon
Jean-Luc Mélenchon – Ji Hevserokatiya Enstîtuya La Boétie
Marine Tondelier – Endama Konseya Herêmî ya Hauts-de-France
Dylan Boutiflat – Ji Sekreteriya Navneteweyî ya Sosyalist Partî
Marie Pochon – Parlamentera Drôme
Mathilde Panot – Ji parlamenteriya Val-de-Marne
Gabriel Amard – Parlamenterê Rhône
Thomas Portes – Parlamenterê Seine-Saint-Denis
Danielle Simonnet – Parlamenterê Paris
Rémi Féraud – Senatorê Paris
Laurence Harribey – Ji senatoriya Gironde
Geneviève Garrigos – Endamê Konseya Paris, rêveberê berê yê Amnesty International
Zerrin Bataray – parêzer, Endama Konseya Herêmî ya Auvergne-Rhône-Alpes
Hélène Conway-Mouret – Senatora nûneriya Fransiyên li dervey welêt, Alîkara Serokatiya Komîsyona Karên Derve û Parastina Neteweyî
Cyrielle Chatelain – Parlamentera Isère, Seroka Koma Meclîsa Ekolojîst û Sosyal a Neteweyî
Noël Mamère – Endamê berê yê Parlamentoya Ewropayê û Serokê berê yê şaredariya Bègles
Antoine Back – Alîkarê Serokatiya Şaredariya Grenoble
Pascal Troadec – Alîkarê Serokatiya Şaredariya Grigny
Anna Pic – Parlamentera Manche, Seroka Koma Navneteweyî ya Partiya Sosyalist
Laetitia Hamot – Ji Serokatiya Şaredariya La Crèche
Michael Löwy – Dîrektorê lêkolînê yê CNRS emeritus
Barbara Glowczewski – Dîrektora lêkolînê ya CNRS emeritus
Pierre Dardot – Filozof
Ugo Palheta – Sosyolog, Endamtiya perwerdeya Zanîngeha Lille
Laurent Jeanpierre – Siyasetmedar, Profesorê Zanîngeha Paris 1
Laurence De Cock – Dîroknas
Geneviève Azam – Ekonomist, Ji endamtiya Desteya Rêveberiya Weqfa Danielle Mitterrand
Olivier Grojean – Ji endamtiya perwerdeya Zanîngeha Paris 1
Hamit Bozarslan – Dîrektorê lêkolînê yê li EHESS’ê
Engin Sustam – Endamê perwerdeya Zanîngeha Paris 8
Alain Damasio – Nivîskar
Erik Orsenna – Nivîskar, Endamê Akademiya Fransî
Titi Robin – Muzîkjen hunermend
Alessandro Pignocchi – Nivîskarê roman
Élise Thiébaut – Nivîskar û Rojnamevan
Laurence Thiriat – Derhêner
Corinne Morel-Darleux – Nivîskar, ji Rêveberiya Weqfa Danielle Mitterrand
Olivier Rabourdin – Lîstokvan
Guillaume Meurice – Komedyen û xebatkarê bernameya radyo
Audrey Vernon – Komedyen û lîstokvan
Peggy Pascal – Ji Hevserokatiya Koma URD (Rewşa Lezgîn, Rehabilitasyon, Pêşveçûn) û ji Dîrektoriya Giştî ya Véronique de Geoffroy
Céline Méresse – ji Serokatiya CRID
Anne Feray ve François Sauterey – Hevserokên MRAP’ê
Tony Rublon – Serokê Komeleya Dostatiyên Kurd a Bretagne
Chloé Gerbier – Ji Terres de Luttes hiqûqnas
Murat Okundu – Berdevkê People’s Bridge
Eric Buchet – Serokê Experts Solidaires
Gustavah Massiah – Damezrînerê CEDETIM, alîkarê serokatiya berê ya ATTAC
Aïssa Rahmoune – Sekreteriya Giştî ya FIDH
Roseline Kisa, Pascal Torre – Hevserokên France Kurdistan û Sylvie Jan – hevkarê damezrîner
*
Hin nûçeyên eleqedar:
- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'
- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..
- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir
* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin
- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan
- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin
-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir
- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava
-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir
-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...
- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe
-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin
-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...
- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)