logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Amedspor carek din tîmî teslîmê Mesut Bakkal dike
  2. Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin
  3. Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir
  4. Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor
  5. Heyeta OCHA'yê çû Kobanî
news-details

Bakirhan: Tiştên Bahçeli gotin daxwazên me ne jî, bila desthilatdarî pêk bîne

  • Dîrok: 03/02/2026
  • Beş: Nûçe

3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava...

...ev tê nûkirin...

 

Bakirhan: Tiştên Bahçeli gotin daxwazên me ne jî, bila desthilatdarî pêk bîne
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro di Civîna Koma DEM Partî ya li Meclisê de axivî.
Va ne çend gotinên wî:
- Peyman bi keda Ocalan di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatiye.
- Şerê ku dihat xwestin di navbera kurd û ereban de bê kûrkirin, sekiniye. Ger îo di navbera kurd û ereban de şerek tune be, ev yek bi saya serê Birêz Ocalan e. Ger îro mafên gelê kurd hatibin qebûlkirin ev bi saya serê Ocalan e.
- Rojava reşika çavên kurdan e. Gelê kurd rihê yekîtiya neteweyî derxistiye astek ku tu carî ne gihiştiyê. Peywirek mezin dikeve ser milê siyasetmedaran ku vê hişmendiyê vegerînin îradeyek siyasî. Dem dema ku li dijî sepandina koletiya 100 salan serxistina têkoşîna azadiyê ya 100 salan e.
- Êdî tu hincet nemane. Desthilatdarî divê demildest gavên ji bo mafên nasname, çand û ziman nas dikin, demokrasiya herêmî bi hêz dikin, biavêje.
- Li gor gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ku gotibû "Anadolu divê bigihêj hizûrê, Ocalan hêviyê, Ahmet bigihîjin şaredariyên xwe û Demirtaş jî vegere mala xwe. Li ser van biryara me zelal e", Bakirhan: Ev xal gelek girîng e. Em jî van diparêzin. Birêz Bahçelî şirîkê desthilatdariyê ye. Di vê meseleyê de muxatab desthilatdarî ye. Ez hêvî dikim ev tiştên birêz Bahçelî anîn ziman pêk bên. Kayûm betal bibin hevşaredar vegerin peywira xwe. Hevserokê me Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û di serî de yên ji ber Doza Kobanî ya wekî kêmînê hatine girtin û hemû siyasî bêne berdan.

*

SOZDER: PARASTINA ROJAVA PARASTINA AMED, HEWLER MEHABADÊ YE
Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî – SOZDER, ku navenda wê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye, îro li ser Rojava daxuyanî da çapemeniyê. 
Di daxuyaniyê de, SOZDER’ê bal kişand ser geşedanên dawî yên li rojavayê Kurdistanê. Komeleyê ragihand ku rewşa heyî li Rojava ne tenê qeyraneke herêmî ye, rûbirûbûneke dîrokî ya “hebûn û tunebûnê” ya gelê kurd e. Komeleyê êrîşên li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava wekî êrîşên rasterast li ser hebûn, rûmet û mafên rewa yên neteweya kurd bin av kir û du xalên sereke anî ziman:
- Parastina Rojava, parastina Amedê, Hewlêrê û Mehabadê ye. 
- Parastina destkeftiyên Rojava, parastina hêviya hemû parçeyên Kurdistanê ye.

*

'Rojava çavkaniya yekîtiyê ye'
PEN'a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurdê li ser Rojava daxuyaniyeke hevbeş belav kir û got, "Rojva çavkaniya yekîtiyê ye."
Saziyan di daxuyaniyê de bang li nivîskar, hunermend û raya giştî ya navneteweyî kirin ku li dijî êrîşan bibin yek deng.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rewşa îro li Rojava diqewime, rûbirûbûneke dîrokî ya “hebûn û tunebûnê” ye.
Her sê saziyan got ku parastina rûmeta neteweyî tenê bi yekîtiyê mimkûn e û wisa got: “Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku perçebûn, têkçûn û binketina herî mezin e. Heta ku em wek netewe nebin yek deng û yek helwest, em ê di nav bahozên siyasî yên Rojhilata Navîn de her tim bêparastin û bêstatu bimînin.Yekîtiya me, ne tenê daxwaziyek e; ji bo parastina rûmet û axa me, mecbûriyeteke dîrokî ye.””
Di dawî de wisa hat gotin, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e!”
*

RAPOR: 842 kes hatin binçavkirin, 106 kesî şîdet dît, 118 kes hatin girtin
Navenda Giştî ya OHD'ê (Ozgurluk İçin Hukukçular Dernegi - Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê) li ser çalakiyên ji bo Rojava hatine çêkirin raporek amade kir. Rapor li OHD'ya Amedê ji bo çapemenî hat belavkirin. Yek ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD'ê Mehmet Oner rapor xwend.
Rapor rojên ji serê salê heta 2'yê vê mehê ve, yanê mehek digire nava xwe. 
Li gor raporê di mehek ku çalakî ji bo Rojava hatine li dar xistin de bi giştî 842 kes hatine binçavkirin. 106 kes hatine îşkence û şîdetê li wan hatiye kirin û her wiha 118 kes jî hatine girtin û ew avêtine hepsê.
*

DAYIKÊN AŞTIYÊ: SONDA ME KEZÎZERÊN ME NE
Dayikên Aştiyê li gelek bajarên kurdan û li Tirkiyeyê ji bo Rojava derketine qadan.
Dayik li Mêrdîn, Wan, Riha, Şirnex, Batman, Îzmîr, Stenbolê derketin qadan û daxuyanî dan. Dayikan li her derê pankarta "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” vekirin û daxwaza piştgiriya ji bo Rojava anîn ziman.
*

26 Saziyan: Bila mafên kurdan li gor peymanên navneteweyî bê qebûlkirin
Li Mûşê 26 saziyên sivîl li Baroya Mûşê li ser Rojava û helwesta Tirkiyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ji aliyê HTŞ'ê ve û li aliyê rexne li Tirkiyeyê jî kir ku di vî warî de ji bo xwişk-birayên me yên wir ên kurd tu gav neavêtiye. Di daxuyaniyê de xwestin şerawestina li Rojava mayînde bibe, mafên kurdan li gor hiqûqa gerdûnî û peymanên navneteweyî bê parastin, Tirkiye bila gelê me yê bira biparêze, korîdora mirovî veke, li hemberî binpêkirina mafan saziyên darazên yên navneteweyî bixe nava helwdanê.

 

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?

- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)

- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?

- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?

- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî

- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

- Kî hevdîta HSD û Şamê têk bir, Sîpan Hemo eşkere dike

 

Parve Bike

Youtube Me

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 02 2026

Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin

news
  • 16 02 2026

Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir

news
  • 13 02 2026

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ji bo herin Almanyayê ketin rê

news
  • 13 02 2026

Wezîrî amerîkî, Mazlum Ebdî û wezîrê Sûrî li Almanyayê hatin ba hev

news
  • 12 02 2026

TIR'ên Amedê gihîştin Kobanî

news
  • 12 02 2026

Panela 'Edebiyata Kurdî li Kavkazê' li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Mebûsiya Can Atalay hat betalkirin

ad

Baroya Wanê komîsyon ava kir û dê dest bi xebata bi kurdî bike

ad

Malpera Jan Dost dest bi weşanê kir

ad

‘Çavkaniyên Çanda Gel’ hat weşandin

ad

Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî li benda we ye

ad

Malmîsanij: Qedexeya kurdî di dema Ebdulhemîd de dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor carek din tîmî teslîmê Mesut Bakkal dike

  • 16 02 2026
news

Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin

  • 16 02 2026
news

Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir

  • 16 02 2026
news

Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor

  • 16 02 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname