logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Platforma Amedê: Ji ber derî venekirin me TIR'ên xwe vegerandin Amedê

  • Dîrok: 05/02/2026
  • Beş: Nûçe

AMED
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku ji bo piştgiriya bi Kobanê re daye destpêkirin, li ÇandAmedê daxuyanî da çapemeniyê. Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê ev tişt gotin: “Ji ber ku derî nehatin vekirin alikariyên me negihiştin Kobanê, me duh ên xwe yê alikariyê vegerandin Amedê”

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku ji piştgiriya bi Kobanê re daye destpêkirin, li ÇandAmedê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Piştre daxuyaniya bi tirkî Hevberdevkê Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê Serdar Keskîn xwend, daxuyaniya bi Kurmancî Hevberdevka Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê Zeynep Sîpçîk xwend.

‘Divê demildest Korîdora Mirovî were vekirin’

Zeynep Sîpçîk anî ziman wek Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, li hemberî krîza mirovî ya ku li Kobanê kûr dibe bêdeng nemînin, kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn dabû destpêkirin û axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi piştgirî û hevkariya xurt a gelê me, civaka sivîl û saziyan, di demeke pir kin de toreke fireh a alîkariyê ku ji av, şîr, xwarina zarokan, betanî û xwarinên bingehîn pêk tê, hat avakirin. Tenê du roj piştî destpêkirina kampanyaya me, 25 TIRên ku ji alîkariyên komkirî pêk dihatin, ji bo ku rasterast bigihêjin gelê Kobanê, ji Amedê bi rê ketin. Ev rêxistinkirina bilez bi awayekî zelal nîşan dide ku civak li hemberî vê drama mirovî çiqasî hestiyar û biryardar e. Kampanyaya me îro jî bi zêdebûnê berdewam dike. Lê belê, me dît ku ji roja yekem ve, li şûna ku alîkarî rasterast bigihêjin Kobanê, rêya Kilîsê û Deriyê Sînor ê Çobanbeyê li ser me hat ferzkirin. Ev xet hem dûr e û hem jî ji bo ewlehiyê xetereyên cidî dihewîne; ev yek jî dibe sedema nediyariyeke mezin ku gelo alîkarî dê bigihêjin kesên hewcedar yan na? Ji ber vê yekê, me qebûl nekir ku alîkariya mirovî ber bi rêyên nerasterast û neewle ve bê arastekirin û me duh TIRên xwe vegerandin Amedê.”

‘Korîdorên mirovî, bi wijdanê civakê tên vekirin’

Zeynep Sîpçîk destnişan kir ku di vê pêvajoyê de, piştî ku derbasbûna alîkariyan a ji xeta Pirsûsê hat astengkirin, li tesîseke nêzîk li bendê ma û pêvajoyeke piştevaniya sivîl a aştiyane meşand; bi armanca ku hem hevdîtinên dîplomatîk bi encam bibin û hem jî dengê raya giştî bilind bibe û wiha pê de çû: “Ji bo balê bikişînin ser krîza mirovî ya li Kobanê û ji bo misogerkirina gihandina rasterast a alîkariyan, bi biryara hevpar a civaka sivîl me TIRên xwe derxistin qadê û raya giştî ya aştiyane ava kir. Em dizanin ku korîdorên mirovî ne li ser masê, bi wijdanê bilind ê civakê tên vekirin. Dema destûr nehat dayîn ku TIRên me bikevin Pirsûsê, me li tesîseke nêzîk bêîtaatiya sivîl a aştiyane hişmendiyek ava kir û vê sekna me di nava civakê de dengvedanek xurt dît. Hevdem bi vê zexta civakî re, xebatên me yên dîplomasiyê jî bê navber berdewam dikin. Bi saziyên têkildar re, bi taybetî bi Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) re hevdîtin tên kirin. Em bang li hemû aktorên siyasî dikin, bi taybetî li hikûmet û partiyên hevkarên wê yên ku derbarê pirsê Kurd de gotinên aştiyane tînin ziman; bila vê nêzîktêdayîna xwe bi gavên konkret û li ser bingeha berpirsiyariya mirovî xurt bikin.”

‘Bêdengî, hevparbûna mezinbûna vê krîzê ye’

Zeynep Sîpçîk diyar kir ku bangeke wan ya eşkere ji bo civaka navneteweyî û di qada navneteweyî de ji bo Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) heye û wiha bi lêv kir: “Krîza mirovî ya li Kobanê êdî ji pirsgirêkek herêmî derketiye û veguheriye karesateke ku mafê jiyanê yê bingehîn dixe bin metirsiyê. Divê ji bo vekirina korîdora mirovî ya ewle bi lezgînî însiyatîf bê girtin; berpirsiyariya dîplomatîk û hiqûqî ya ku dê gihandina alîkariyan a rasterast û bêasteng misoger bike, pêk bê. Bêdengî, hevparbûna mezinbûna vê krîzê ye. Alîkariya mirovî divê ne bi rêyên nerasterast, neewle û nediyar; divê rasterast, bêyî derengketin û bi awayekî ewle bigihêje Kobanê. Rêya vê yekê jî di vekirina Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê re derbas dibe.”

‘Dora vê daxwaz mirovî bibin yek’

Zeynep Sîpçîk di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di dîrokê de tu korîdorên mirovî bi serê xwe nehatine vekirin, hemû bi zexta civakê, bi piştevanî û bi dengê bilind ê wijdanê hatine vekirin û wiha axaftina xwe dawî kir: “Hewldana me ne ew e ku em derî bi zorê vekin; hewldana me ew e ku em vekirina derî bikin neçariyeke exlaqî û civakî. Kampanyaya me ya alîkariya mirovî dê heta dorpêç bi dawî bibe û Deriyê Murşîtpinarê vebe, bi biryardarî berdewam bike. Em bang li raya giştî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû beşên xwedî wijdan dikin ku li dora vê daxwaza mirovî bibin yek.
Ev têkoşîn ne tenê xebateke alîkariyê ye; parastina rûmeta mirovahiyê ye.”

AW

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- 4'ê mehê agahiyên li ser Rojava

- 3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?

- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)

- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?

- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?

- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî

- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

- Kî hevdîta HSD û Şamê têk bir, Sîpan Hemo eşkere dike

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Îsraîl û Filîstîn çavdêriyên kurdekî

ad

Teklîfa zewacê û dilopa mîzê

ad

Deniz Naki: Ew cezayê nelîstina 50 lîstikê jî bidin min...

ad

Tanrıkulu: Ez ne berendamê CHP'ê me

ad

Fîlmekîmî bi fîlmên xelatgir amade ye

ad

Rewşembîr û rêxistinên Başûr piştgirî dan Beşikçî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname